Ava Dicleyî ji bo bendava Dihokê tê veguhastin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Avdêriyê ya Parêzheha Dihokê bi rêya projeyekê ava rûbarê Dicleyî vediguhêze ser bendava Dihokê. Endazyarê projeyê dibêje, “Dibe ku heta meheke din em vê projeyê temam bikin.”
Projey çêkirina kanaleke avê ji gundê Pîromera heta digihîje ser bendava Dihokê ji aliyê Rêveberiya Avdêriyê ya Parêzheha Dihokê ve hatiye çêkirin. Dirêjahiya vê projeya hezar û 200 metr in û zêdetirî 70% kar li ser hatiye kirin. Ji bilî zêdekirina ava bendavê, ev proje dê dîmenekê xweşik û balkêş jî li deverê peyda bike.
Endazyarê vê projeyê Sadila Seîd got, “Ev projeya gihandina avê ye, ji Dicleyî bo bendava Dihokê. Ew dê bibie alîkariyek ji bo bendava Dihokê, wekî dî jî dê li paşerojê bibe projeyeke geştyariyê.”
Sadila Seîd amaje jî da, “Dirêjahiya vê projeyê nêzîkî hezar û 200 metran e. Ew niha di qonaxa lebixkirin û çarekirinê de ye û dibe ku heta meheke din em vê projeyê temam bikin.”
Her dema av di bendava Dihokê de kêm bibe, ev kanala avê dê ji bo tejîkirina wê alîkar be. Ew jî bi rêya veguhastina avê ji rûbarê Dicleyî bo ser wê bendavê. Herwesa welatî û geştyar jî dikarin li ser vê kanala avê bigerin û ji bo meremên geştyariyê feydeyî jê werbigirin. Ji ber vê yekê jî, ew ji bo Dihokê projeyeke girîng û stratejîk e.
Ev proje bi gojimê milyarek û 79 milyon dînaran li ser budceya taybet a Parêzgeha Dihokê tê çêkirin. Zêdebarî ku bi rêya vê projeyê ava pêdivî dê ji bo bendava Dihokê bê dabînkirin, herwesa ew dê bibe cihekî geştyarî jî ji ber ku di qonaxa duyê de her du aliyên wê kanalê dê bi daran bên keskirin.
Rêveberê Avdêriyê li Parêzgeha Dihokê Hêja Ebdilwahid jî got, “Ev kanala niha ji aliyê Rêveberiya Avdêriyê, helbet bi alîkariyê Parêzgarê Dihokê, tê çêkirin. Hezar û 200 metir mabûn û ax bû, yanî avrêjek bû heta digihîşt ser ava bendava Dihokê. Ev hizir ji bo me çê bû ku em kanaleke vekirî ya konkirîtî çê bikin û rûyekê geştyarî jî bidin deverê.”
Ev kanala avê di kivanê projeya stratejîk a veguhastina avê ye ji rûbarê Dicleyî bo bendava Dihokê de ye, ku di sê qonaxan de bi dirêjahiya 35 kîlometran hatiye çêkirin.