Projeya ava Akrê dê li dawiya sala 2026ê temam bibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Av û Avrêyan ê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Heke çi pirsgirêkên darayî çê nebin, projeya ava Akrê ya stratejîk dê li dawiya sala 2026ê temam bibe û pirsgirêka kêmaviyê li deverê dê çareser bibe.”
Rêveberê Giştî yê Av û Avrêyan ê Herêma Kurdistanê Endezyar Arî Ehmed Qadir îro (Pêncşem, 14ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Di çarçoveya stratejiya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo kêmkirina bandorên guherîna keşûhewayê û parastina ava binerd, çend projeyên avê yên stratejîk li Herêma Kurdistanê hatine çêkirin.”
Rêveberê Giştî yê Av û Avrêyan ê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ew proje dê li deverên cuda cuda bên çêkirin, wekî projeya ava Akrê ya stratejîk ku arêşeya kêmaviyê ya wê deverê çareser dike.”
Arî Ehmed Qadir eşkere jî kir, “Tevî wan pirsgirêkên aborî yên ku hikûmeta federal rerûbirûyî Herêma Kurdistanê dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 109 milyar û du milyon dînar ji budceya veberhênanê ya Wezareta Şaredariyan ji bo projeya ava Akrê terxan kirine.”
Rêveberê Giştî yê Av û Avrêyan ê Herêma Kurdistanê herwesa ragihand, “Projeya Ava Akrê dikare sê hezar metrên sêcarkî yên avê di seetekê de paqij bike û çavkaniya wê jî ava Qendîlê ye.” Herwesa got, “200 hezar welatî li 18 gundên nahiyeya Bicîlê dê feydeyî ji wê projeyê werbigirin.”
Navbirî tekez jî kir, “Eger çi pirsgirêkên darayî çê nebin, projeya ava Akrê dê li dawiya sala 2026ê temam bibe û dê bikeve ber xizmeta welatiyan.”