Şîrketên Îmaratê li Zaxoyê projeyên çandiniyê bi cih tînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke şîrketên Îmaratî bi armanca pêşxistina sektora çandiniyê û zêdekirina hilberîna navxweyî li Zaxoyê dest bi bicihanîna projeyên çandiniyê kiriye û biryar e berhemên wan jî hinardeyî derveyî derve bên kirin.
Berpirsê Ragihandinê yê Rêveberiya Giştî ya Veberhênanê li Zaxoyê Ebdirehman Ebdila ji Peyamnêrê K24ê Mêhvan Mecîd re ragihand, “Li ser daxwaza Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û di encama hejmareke serdanên wî ji bo Îmaratê de, çend şîrketên wî welatî li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê dest bi bicihanîna hejmareke projeyên çandiniyê kiriye, ku armanc ew e sektora çandiniyê pêş bixe û hilberîna navxweyî zêde bike.”
Ebdirehman Ebdila amaje jî da ku, yek ji wan projeyan dê li ser rûberê hezar donimên erdî bê bicihanîn û sermayeya wê ji çar milyar û 350 milyon dînarên Iraqî zêdetir e. Ev proje hilberîna gelek berhemên çandiniyê vedigire, wekî genimok, genim, birinc, nok, hêjîr û tirî.
Berpirsê Ragihandina Rêveberiya Giştî ya Veberhênanê li Zaxoyê herwesa got, “Karkirina li ser wê projeyê di sala 2023ê de hatiye destpêkirin û tê çaverêkirin ku di sala 2025ê de berhemên wê temam bibin."
Navbirî tekez jî kir, "Bicihanîna van projeyan dê bandoreke erênî li ser aboriya deverê hebe. Ev proje dê ji bo hejmareke mezin a şêniyên deverê derfetên kar biafirîne. Herwesa, berhemên vê projeyê ne tenê li sûkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê tên firotin, lê biryar e ji bo derve jî bên hinardekirin, bi taybetî ji bo Îmaratê û welatên din ên Kendavî û Ewropayê."
Di sala borî de, hilberîna genim a vê projeyê gihîştiye nêzîkî 600 tonan û fasolî jî gihîştiye 27 tonan. Ev jî nîşana serkeftina destpêkê ya vê projeyê di bidestxistina armancên xwe de nîşan dide.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê piştgiriya xwe ji bo projeyên wesa piştrast kiriye û hêsankariyan ji bo veberhênerên biyanî dikin. Ev gav pareke plana hikûmetê ye ji bo rengînkirina çavkaniyên dahatê û kêmkirina piştbestina bi petrolê.