640 kîlogramên madeyên hişber li Hewlêrê hatin pûçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komîteya Desteserkirin û Pûçkirina Madeyên Hişber li Hewlêrê 640 kîlogramên madeyên hişber ên cuda cuda bi awayekî zanistî pûç kirin. Ew pêvajo bi rêya bikaranîna firneyeke taybetî di germahiya 800 heta 1000°C de li gorî şert û mercên jîngehê hatin şewitandin.
Ew komîte ji Dîwana Encûmena Wezîran, Rêveberiya Giştî ya Madeyên Hişber, Ajansa Haydarî û Parastinê, Rêveberiya Giştî ya Gumrikê, Peymangeha Bijîşkiya Dad a Herêma Kurdistanê pêk tê.
Ew madeyên ku hatine pûçkirin Krîstal, Heroîn, Tilyak, Heşîş, Marîwana û dermanên bijîşkî bûn, ku ji hêla Rêveberiya Giştî ya Nehêlana Madeyên Hişber ve hatibûn desteserkirin.
Nûnerê Jîngehê li Hewlêrê Nehro Celal ji Kurdistan24ê re got, "Tevahiya madeyên hişber ên ku di dadgehan de pileya binbirê wergirtiye ji 1 ton û 800 kîlograman zêdetir e, lê ji ber nebûna dem û cihên guncayî, ew di çend qonaxan de tên şewitandin.”
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Nehêlana Madeyên Hişber Erkan Bîbanî amaje da ku, nêzîkî 640 kîlogramên madeyên hişber îro di firneyeke qanûnî de hatine pûçkirin, ku pêştir di çalekê de li deştê diahtin şewitandin. Bi vî rengî bandora pîsbûna jîngehê û hewayê kêmtir dibe û bandora xirab asaxlemiyê jî li ser welatiyan kêmtir dibe.
Li gorî amara Rêveberiya Nehêlana Madeyên Hişber, di heft mehên destpêka îsal de hezar û 91 tometbar hatine girtin, ku 626 ji wan bazirganî bi madeyên hişber kiriye. Herwesa 468 kîlogramên madeyên hişber û 271 hezar kîlogramên hebên hişber di çalakiyan de hatine desteserkirin hatine desteserkirin, piştî yekalîbûna wan kesan ew made jî tên pûçkirin.