Projeya rêkxistina navenda Dihokê bi dîzayneke modern hatiye destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya projeya Sitî Senterê ya rêkxistina navenda Dihokê bi dîzayneke modern de, cade û rêyên peyatî yên sûka Dihokê dê bên nûjenkirin û rêkxistin, herwesa stûnên elektrîkê yên li wê sûkê jî dê bên rakirin ev jî dê sîmayê sûka Dihokê xweşiktir û şaristanîtir bike. Ev proje dê bi dirêjahiya 15 kîlometreyan û bi gojimê 3 milyar û 408 milyon dînaran bê bicîhanîn.

Qayimqamê Dihokê Îsmaîl Mihemed ji Kurdistan24ê re got, "Ev proje ji aliyê Parêzgeha Dihokê û Serokatiya Şaredariya Dihokê ve tê çêkirin, da ku navenda wî bajarî bê rêkxistin û cade, rêyên peyatî û berlêvên cadeyan jî bên çarekirin.”

Îsmaîl Mihemed herwesa got, “Ev proje ji bo sûka Dihokê pir pêdivî ye ji ber ku sûk pêdivî bû ku ji nû ve bê rêkxistin û nûjenkirin.”

Berdevkê Şaredariya Dihokê Şerwan Hesen di wî warî de got, “Stûnên elektrîkê yên kevin an jî yên ku bi projeya Ronakiyê re ne lihevhatî ne dê ji sûkê bên rakirin û stûnên nû dê li gorî pergala nû ya elektrîkê bên danan.”

Berdevkê Şaredariya Dihokê amaje jî da, “Li nîvê rêyên peyatiyê, rêyek ji bo kor û seqetan dê bê çêkirin.”

Dîroka wan stûnên elektrîkê yên ku li sûka Dihokê tên rakirin vedigere bêriya 70 salan. Hin ji wan ji bo veguhestina tora elektrîkê ya neteweyî û yên din jî ji bo veguhestina elektrîkê ji jeneratoran dihatin bikaranîn. Ji wê demê ve ku projeya Ronakiyê hatiye destpêkirin, projeya rakirina stûnan û gihandina elektrîkê bi pergala binerd hatiye destpêkirin.

 

 

Fly Erbil Advertisment