Hikûmeta Iraqê biryarek di berjewendiya xwendekarên Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkî de derxist

Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Kurd a Komîteya Xwendina Bilind a Encûmena Nûnerên Iraqê ragihand, “Hikûmeta Iraqê ya Federal razemendiya fermî daye ku itîrafê bi Kolêja Zanistên Tenduristiyê ya Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkî bike.”

Endama Kurd Komîteya Xwendina Bilind a Encûmena Nûnerên Iraqê Dr. Nehla Efendî îro (Sêşem, 19ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, “Em kêfxweş in ku radigihînin ku di encama bizav û tekoşînên berdewam ên Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Nûnerên Iraqê û Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê de, Wezareta Xwandina Bilind a Hikûmeta Iraqê ya Federal bi fermî razî bûye ku itîrafê bi Kolêja Zanistên Tenduristiyê ya Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkî bike.”

Endama Kurd a Komîteya Xwendina Bilind a Encûmena Nûnerên Iraqê herwesa got, “Ev itîraf li gorî nivîsara fermî ya hejmar (T.M3 / 9523) bûye, ku li roja 18.08.2025ê derkeftiye û girêdayî sala xwandinê ya 2025-2026ê ye.”

Dr. Nehla Efendî amaje jî da, "Ev pêngava girîng dê gelek derfetan ji bo derçûyên zanîngehê peyda bike, wekî damezrandin, derçûyên yekê, duyê û sêyê yên li ser asta zanîngehê dê ji damezrandina li dezgehên hikûmeta federal bêpar nemînin.”

Endama navbirî herwesa ragihand, “Xwendina Bilind derfeta wergirtina bursên xwandina master û doktorayê her sal ji hêla hikûmeta federal ve radigihîne, xasma ji bo şêniyên deverên di nav sînorê madeya 140ê de."

 
Fly Erbil Advertisment