Pêşbînî tê kirin ku hilberîna tirî li Dihokê bigihêje 20 hezar tonan
Navenda Nûçeyan (K24) - Tevî guherîna keşûhewayê û kêmbûna avê, pêşbînî tê kirin ku hilberîna tirî li Dihokê bigihîje 20 hezar tonan.
Welîd Besivkî, ku cotkarekî navdar ê parêzgeha Dihokê ye û xwecihên gundê Mecilmextê yê girêdayî nahiyeya Mangeşkê ye, ji peyamnêrê Kurdistan24ê Çekdar Cemal re got, “Zêdetirî 43 celebên tirî li devera me tên çandin; ên herî berçav jî "Teyfî, Kemalî, Zerik, Reşmêw û Bêtim" in.”
Wî cotkarî amaje jî da, “Kêmbûna baranan û nebûna rêjeyeke pêdivî ya ripsê bandor li ser hin celebên tirî kiriye, xasma jî ew celebên ku pêdivîtiya wan bi gelek avê heye. Ev jî bûye sedem ku hin cotkar zirarê bibînin.”
Yek ji pirsgirêkên sereke yên cotkarên Dihokê firotina berhemên wan li sûkên naverast û başûrê Iraqê ye. Welîd got, "Li xalên kontrolê hin pirsgirêk ji bo cotkaran peyda dibin, lê em hêvî dikin ku îsal bazar baştir bibe û em karibin berhemên xwe bi bihayên guncayî bifroşin."
Navbirî tekez jî kir, “Tevî astengiyan jî, cotkarên Dihokê berdewam dixebitin û hêvî dikin ku berhemeke çêtir û bazareke berfirehtir hebe.”
Dihok wekî paytexta tirî li Iraqê tê zanîn û pir daxwazî li ser celebên tirî yên navdar ên wekî Zerik, Teyfî û Kemalî heye. Herwesa hin celebên tirî yên wekî Reşmêwî ji bo çêkirina şerbetê tên bikaranîn.
Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Dihokê ragihandiye ku, îsal zêdetirî şeş hezar donimên erdî ji bo çandina tirî hatine zêdekirin. Herwesa pêşbînî jî tê kirin ku, hilberîna tirî bigihîje nêzîkî 20 hezar tonan.