Çend guletop li devera Berwarî Bala hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Mînan ya Dihokê radigehîne ku, hin teqemenî û bermahiyên şer li hin gundên devera Berwarî Bala hatine dîtin. Herwesa Amajeyê jî dide ku, ew mîn û teqemenî yên dema PKK û Hikûmeta Tirkiyê ne.
Rêveberê Ragihandinê yê Rêveberiya Mînan ya Dihokê Rêgir Bêsivkî îro (Çarşem, 20ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Hêzên Asayîşê li nav Berwarî Bala em li ser hebûna hin teqemeniyan û bermahiyên şer li gundên Edinê û Sereroyê haydar kirin.”
Rêgir Bêsivkî amaje jî da, “Tîmên me li wê deverê amade bûn û çend celebên teqemeniyan dîtin.” Herwesa got, “Ew teqemenî ji aliyê tîma taybet ve bi awayekî serkeftî hatin komkirin û ji bo cihekî ewle hatin veguhastin û li wê derê hatin teqandin.”
Dema ku ji Rêgir Bêsivkî hat pirsîn ka gelo ew teqemenî di nav zeviyên welatiyan de bûn an ne, wî got, "Yek ji topên mezin, ku qebareya wê 155 mm bûn, di nav rêzê welatiyekî de hat dîtin, yeka din jî li nêzîkî maleka wî gundî bû.” herwesa got, “Ji ber ku neteqiyabûn, ew gelek xeter bûn."
Navbirî eşkere jî kir, “Pênc tîm ji Rêveberiya Dihokê ji bo paqijkirina wan zeviyan kar dikin; yek li Amêdiyê, yek li Geliyê Balindan ku cîhekî geştiyarî ye, yek li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê û yek jî li nahiyeya Mangêşkê ya parêzgeha Dihokê.”
Rêveberê Ragihandinê yê Rêveberiya Mînan ya Dihokê amaje jî da, “Ew mîn û teqemeniyên ku niha hene yên dema PKK û Hikûmeta Tirkiyê ne û niha piraniya cotkaran vegeriyane ser erdên xwe. Heke ew mîn biteqin jî, tiştekî normal e ji ber ku yên demeke kevnar in, lê ya girîng ew e ku zirarê nedin welatiyan.”

