DEM Partî piştî civînên Komîsyonê: Barê rabirdûyê giran e, em ê wî ji bo nifşên bê nehêlin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên di Komîsyona Yekitiya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de, derbarê civînên du rojên dawî de daxuyaniyek dan û ragihandin, çîrok û serpêhatiyên hatine guhdarkirin, careke din giraniya barê rabirdûyê anîne bîra wan.

Di daxuyaniyeke nivîskî de ku ji aliyê endamên komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Meral Daniş Beştaş, Hakki Saruhan Oluç, Celal Firat û Cengîz Çîçek ve hat dayîn, kar û barên civînên 19 û 20ê Tebaxê hatin nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava du rojan de, kes û saziyên ku ji aliyê hemû partiyên siyasî ve hatibûn vexwendin, li ser bingeha lihevkirineke hevpar hatin guhdarkirin. Endamên DEM Partiyê spasiya hemû beşdaran kirin ku êş, gazin, rexne û pêşniyarên xwe bi awayekî vekirî parve kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di axaftinên hatin kirin de, di serî de pirsgirêka Kurd, dîmenê bandorên civakî, siyasî û aborî yên salên borî ji aliyê windahiyên canî ve hatiye nîşandan. Her çîrok, her serpêhatî û her pêşniyar, parçeyên ku vî wêneyî temam dikin bûn."

Herwiha hat tekezkirin ku ew li dijî têgihiştinên ku hiyerarşiyê di nava êşan de ava dikin disekinin û dixwazin careke din rola siyasetê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de bînin bîra raya giştî.

Beşa herî balkêş a daxuyaniyê, soz û biryardariya endamên DEM Partiyê ya ji bo pêşerojê bû: "Axaftinên ku me di nava du rojan de guhdarî kirin, careke din giraniya barê rabirdûyê anî bîra me. Em barê vê giraniyê hîs dikin û biryardariya xwe nîşan didin ku em vî barî li ser milê nifşên li dû xwe nahêlin."

Di dawiya daxuyaniyê de, endamên DEM Partiyê hişyarî dan û ragihandin ku ew ê bi biryardarî li dijî hemû hewldanên sabotekirina xebatên komîsyonê, ku bi rêya "derew û provokasyonên derve" tên kirin û armanc dikin ku gavên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd asteng bikin, bisekinin.

 

 
Fly Erbil Advertisment