Dihok di berhema tirî de rekoreke nû tomar dike: Pêşbînî heta 60 hezar tonî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Parêzgeha Dihokê ragihand, bi saya piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berhema tirî li parêzgehê bi awayekî berbiçav zêde bûye û tê pêşbînîkirin ku îsal bigihîje 60 hezar tonî.

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Dihokê Ehmed Cemîl îro 24ê Tebaxê ji K24ê re diyar kir, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin daye sektora çandiniyê û ev yek bûye sedema geşbûna berhemên navxweyî. Cemîl destnîşan kir ku Parêzgeha Dihokê di vî warî de bûye mînakeke sereke û di berhemanîna tirî de li ser asta Iraqê ketiye pêş.

Zêdetirî 105 Corên Tirî

Rêveberê Çandiniya Dihokê da zanîn: "Parêzgeha Dihokê bi berhema xwe ya tirî navdar e û li gorî amarên me, nêzîkî 39 hezar donim erd bi rezan hatiye çandin. Ev yek jî bûye sedem ku em di berhemanîna tirî de li ser asta tevahiya Iraqê bibin yekem."

Herwiha hat gotin, li parêzgehê zêdetirî 105 corên cuda yên tirî tên berhemanîn, ku hinek ji wan coran li ser asta cîhanê jî kêm peyda dibin. Ji bo danasîn û pêşandana vê berhema dewlemend jî, salane pêşangeh û festîvalên taybet tên lidarxistin.

Çareserkirina Pirsgirêka Firotinê

Ehmed Cemîl amaje bi wê yekê jî kir, berê yek ji pirsgirêkên herî mezin ên cotkaran firotina berhemên wan bû. Lê belê niha bi saya gavên hikûmetê û hatina weberhêneran, ev pirsgirêk hatiye çareserkirin.

Cemîl wiha got: "Di vê çarçoveyê de, çendîn kargehên çêkirina şerbet û berhemên din ên tirî hatine damezrandin. Yek ji van kargehan li devera Mangêşkê temam bûye û dê îsal dest bi wergirtina berhema tirî ya cotkaran bike. Herwiha projeyeke din a mezintir li qezaya Sêmêlê di qonaxa cîbicîkirinê de ye û depoyên taybet jî jê re hatine veqetandin. Van gavan alîkarî kirine ku ji bo berhema zêde, bazarên nû bên dîtin."

Li gorî gotinên Ehmed Cemîl, ev pêşketin encama piştgiriya berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Hikûmetê bi rêya pêşkêşkirina alîkariyê, dayîna rênîşandanên berdewam ji cotkaran re, û dabînkirina corên nû yên tirî ku li gorî keşûhewaya herêmê ne, roleke giring di vê serkeftinê de lîstiye.

 
Fly Erbil Advertisment