Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re diçe Imraliyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya hewldanên serxistina proseya aştiyê de, şandeyeke payebilind a DEM Partiyê vê hefteyê serdana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Imraliyê dike.
Li gorî agahiyên ku rojnameyeke nêzîkî DEM Partiyê belav kiriye, şandeya ku dê serdana Imraliyê bike ji Cîgira Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Pervîn Buldan. Parlamenterê DEM Partiyê Mithat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê.
Her çiqas roja hevdîtinê hîn bi temamî nehatiye eşkerekirin, lê tê çaverêkirin ku di nava vê hefteyê de pêk were.
Ev serdan di demekê de ye ku Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ragihandibû, ev mehek e ti hevdîtin bi Ocalan re nehatiye kirin û ji bo serkeftina proseyê pêwîst e komîsyona parlamentoyê bêyî derengî bi wî re bicive.
Çavkaniyan diyar kirin ku armanca sereke ya serdanê ew e ku nêrîn û peyamên Abdullah Ocalan ên derbarê kar û xebatên komîsyona nû û prosesa çekdanîna PKKê de werin wergirtin.
Tê payîn ku Ocalan nexşerêyeke girîng pêşkêşî şandeyê bike û ev peyamên wî piştre ji aliyê şandeyê ve ji raya giştî re bên ragihandin. Ev yek rola Ocalan a navendî di pêşeroja proseya aştiyê de careke din radixe ber çavan.