Encûmena Wezîrên Iraqê biryara dawiyê li ser mûçeyên meha Hezîranê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di civîna îro ya Encûmena Wezîrên Iraqê de li ser mûçeyên meha Hezîranê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê biryara dawiyê bide.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan îro (Sêşem, 26ê Tebaxa 2025ê) got, “Encûmena Wezîrên Iraqê dê îro biryara dawiyê bide ka mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê dê bên şandin an na ji ber ku karên komîteyan xilas bûne.”
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê jî, ti jivaneke din ji bo destpêkirina danûstandinên bi komîteyan nayê dan. Li gorî wan raportên ku ji Teyf Samî re hatine dan, Encûmena Wezîrên Iraqê dê îro biryarê bide ku mûçeyên meha Hezîranê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê bide.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî di civîna xwe ya li gel komîteyên hevpar de amaje daye, “Her çend biryara Encûmena Wezîran heye, lê divê Serokwezîr dana mûçeyan bipejirîne.”
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê got, “Ger niyeta dana mûçeyan hebûya, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî dikarî li roja Yekşemê dest bi rêkarên dana mûçeyên Hezîranê bikira, ji ber vê yekê bêyî îmzeya Serokwezîr, Teyf Samî dê biryarê nede ku mûçeyan bide.”
Îro di para duyê ya civîna Encûmena Wezîrên Iraqê de, danûstandin li ser her du komnivîsên komîteyên Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Hikûmeta Federal tevî pirsa hinardekirina petrolê û mûçeyên meha Hezîranê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê tên nîqaşkirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere jî kir, “Nakokiyên di navbera Hewler û Bexdayê de li ser pareke dahata negirêdayî petrolê ye ji ber ku wan li ser dahata gumrikê li hev kiriye, tiştê mayî bac û xerc in. Hikûmeta Iraqê ji sedî sed dahata bacê ji Herêma Kurdistanê dixwaze. Bi wî awayî Wezareta Darayî ya Federal ji sedî 50 dahata gumrikê û ji sedî 100 dahata bacê dixwaze, û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare ji sedî sed dahata bacê ji Bexdayê re bişîne ji ber ku daxwaza Bexdayê neqanûnî ye.”
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan li ser mijara hinardekirina petrolêjî got, “Rêkarên hinardekirina petrolê hatine temamkirin, di wî warî de lihevkirin bi bi aliyê Tirkiyeyî re jî hatiye kirin. Wezareta Petrolê ya Federal daxwaza şîrketên hilberînerên petrolê ji bo peymana sêalî bi cîh nayîne.”
Dîlan Barzan ron jî kir, “Wezareta Petrolê ya Federal jî amajeyê dide ku, peymanên wê bi şîrketên petrolê re tune ne, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ew peyman hene. Tevî wê jî garantiyê bi şîrketên petrolê didin ku mafên darayî xerc bike.”
Navbirî herwesa got, “Ji wan heşt şîrketên hilberîna petrolê ku li Herêma Kurdistanê dixebitin, heta niha sê ji wan pêşniyara Wezareta Petrolê ya Federal qebûl nekiriye û dibêjin: em dixwazin peymaneke nivîskî hebe, da ku eger mafên me yên darayî neyên dan, em karibin Wezareta Petrolê û şîrketa SOMOyê bidin dadgehê.”