Helîkoptereke Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê ket

Navenda Nûçeyan (K24) - Helîkoptereke Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê îro di navbera çiyayên Herûte û Ezmer de ket xwarê, ku çûbû termê welatiyekê bajarê Silêmaniyê ji cihekî asê bîne. Rewşa pîlot û alîkarê wî baş e û niha li nexweşxaneyê tên çareserkirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê Aram Bextyar îro (În, 29ê Tebaxa 2025ê) got, “Timbêlek di çiyayê Ezmer yê Silêmaniyê da çûye xwarê û şofêrê wê miriye. Ji ber ku ew cih asê ye, helîkopterek çû ku cenazeyê wî şofêrî bîne, lê ew jî ket û herdu swarên wê birîndar bûn.”

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, Ehmed Xemzeyî, ew welatiyê ku bi timbêla xwe ve di çiyayê Ezmer de çûye xwarê û miriye, 52 salî ye û şêniyê bajarê Silêmaniyê ye.

Dema ku ji erkê xwe yê li bircekê peywendiyan li çiyayê Ezmerê vedigeriya, Ehmed Xemzeyî rastî qezayeke trafîkê hat û di wî çiyayî de çû xwarê û mir.

Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê: Rewşa herdu pîlotan baş e 

Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê ragihand, herdu pîlotên wê helîkoptera ku li Çiyayê Herûte ketibû ji bo nexweşxaneya bajarî hatine veguhastin, saxlemiya wan baş e û yek ji wan niha tê çareserkirin.

Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, balafireke hawarhatinê ket, dema ku bizav dikir şofêrê timbêlekê ku di Çiyayê Herûte de çûbû xwarê rizgar bike.

Rêveberiya navbirî amaje jî da ku, hemî tîmên pêwendîdar ên Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê li cihê wê bûyerê ne û termê wî welatiyê ku tûşî wê bûyerê bûbû ji bo pizişkiya dad hatiye veguhastin.

Herwesa herdu pîlot jî ji bo nexweşxaneya bajarî hatine veguhastin. Navê yek ji wan pîlotan Emîd Hisên Feyzula ye, rewşa wî baş e û di qonaxên wergirtina çareseriyê de ne.

Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê her di wê daxuyaniya xwe de spasiya welatiyan û wan aliyan dike yên ku di veguhestina termê qurbaniyê bûyera timbêlê û birîndaran de alîkarî kirine.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, ew helîkoptera hawarhatinê ya Silêmaniyê ji ber pirsgirêkên teknîkî kontrola xwe winda kiriye û ketiye.

 
Fly Erbil Advertisment