Abdulkadîr Guleç 4 gavên pêwîst ên ji bo çareseriyeke mayînde pêşniyar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Baroya Diyarbekirê Abdulkadîr Guleç di civîna komîsyona parlamentoyê ya derbarê makezagona nû de, nexşerêyeke zelal a çareseriyê ku li ser çar stûnên sereke ava dibe, pêşkêş kir. Guleç destnîşan kir, çareseriya bingehîn bi naskirina zimanê Kurdî, pêkanîna xweseriya herêmî, efûyeke giştî û azadkirina girtiyên siyasî pêkan e.

Guleç di daxuyaniyekê ji K24ê re got, "Pirsa Kurd bi ziman ve girêdayî ye. Îro di destûra bingehîn de zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî qedexe ye." Herwiha Guleç gavên pêwîst ên ji bo çareseriyeke mayînde wiha rêz kirin:

1- Zimanê Kurdî Wek Zimanê Fermî yê Perwerdehiyê

Guleç tekez kir ku koka pirsgirêkê ziman e û got, "Pêşniyara min a yekemîn ew bû ku bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Divê Kurd ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û rê li ber pêşketina wî ya akademîk vebe." 

Wî mînaka "dayika aştiyê" da ku di parlamentoyê de nehiştin bi Kurdî biaxive û wiha pê de çû: "Eger dewlet bi zimanê Kurdî re di nav aştiyê de têkiliya xwe nedatîne, pirsgirêka Kurd çareser nabe."

2- Xweseriya Herêmî 

Bi referansa makezagona sala 1921ê, Guleç daxwaza modela "adem-i merkeziyet" kir, ku tê de rêveberiyên herêmî û şaredarî xwedî otonomiyeke berfireh bin û bikaribin biryarên xwe bi awayekî xweser bidin. Wî got ku divê ev xal di makezagona nû de were bicihkirin da ku çareserî pêkan be.

3- Yasayên Taybet ji bo Girtî û Sirgûnan

Guleç bal kişand ser hezaran kesên ku ji ber pirsgirêka Kurd bûne mexdûr û daxwaza du yasayên taybet kir:

- Azadiya Girtiyan: "Ji bo kesên ku ji ber pirsgirêka Kurd di girtîgehan de ne, divê yasayeke taybet were derxistin û ew werin azadkirin."

- Vegera Sirgûnan: "Ji bo siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamevanên Kurd ên li derveyî welat, divê yasayeke taybet rêya vegera wan a bo welat û beşdariya wan a di jiyana siyasî û civakî de veke."

4- Berdana Girtiyên Siyasî yên Navdar

Wek gaveke şênber a avakirina baweriyê, Guleç bi taybetî bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û got, "Kesên wekî Selahattîn Demîrtaş, Bekîr Kaya û Fîgen Yuksekdag ji ber pirsgirêka Kurd di girtîgehan de ne. Ew jî hewce ye ku demildest tehliye bibin."

Di dawiya axaftina xwe de, Abdulkadîr Guleç pêvajoya heyî nirxand û got ku her çend avakirina komîsyonê gaveke girîng be jî, heta niha ti gavên şênber nehatine avêtin. Wî got, "Divê ev komîsyon tenê pêşniyaran negire, divê wek 'mûtbaxekê' (pêjgehekê) ji bo çareseriyê bixebite û gavên pratîkî biavêje da ku hêviya gel bi pêvajoyê xurt bibe."

 
Fly Erbil Advertisment