Iraqa Kesk: Bendavên Tirkiyeyê li ser ewlehiya ava Iraqê gefên cidî ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Iraqa Kesk ragihand, “Iraqê ava pêdivî nîne û bendavên Tirkiyeyê jî li ser ewlehiya ava wê gefên cidî ne.”
Rewangeha Iraqa Kesk, ku rêxistineke girêdayî guherîna keşûhewayê û jîngehê ye, di ragihandinekê de amaje da ku bendavên Tirkiyeyê gefên cidî li ser ewlehiya ava Iraqê çê dikin.
Li gorî wê çavkaniyê, qebareya ava ku di bendavên Tirkiyeyê de li ser çemên Dîcle û Firatê tê vegirtin gihîştiye 80 milyar metrên sêcarkî, ku ev jî heşt caran hindî şiyana vagirtinê ya bendava Mûsilê ye.
Wê rêxistinê eşkere jî kir, “Berî çêkirina wan bendavan li Tirkiyeyê, Iraqê ava pêdivî ji bo çandinî, vejandina daristanan û parastina jîngeha avê hebû, lê niha tenê 35% ya ava pêdivî werdigire.”
Çavkaniya navbirî tekez jî kir, “Niha tenê 200 metrên sêcarkî yên avê di çirkeyekê de ji Çemê Dîcleyê digihîjin Iraqê, lê pêdivîtiya wê bi 450 metrên sêcarkî yên avê di çirkeyekê de heye. Li ser Çemê Firatê jî, niha 151 metrên sêcarkî yên avê di çirkeyekê de digihîjin Iraqê, lê pêdivîtiya wê ji bo dabînkirina pêdivîtiyên xwe yên çandinî û jîngehê bi 350 metrên sêcarkî yên avê di çirkeyekê de heye.”