CENTCOM: Herêma Kurdistanê hevpeyman û hevpareke girîng a Amerîkayê ye

CENTCOM
CENTCOM

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) amaje da ku, Amerîka pabend e ku piştgirîya ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê li deverê bike.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro (Pêncşem, 4ê Îlona 2025ê) di ragihandinekê de amaje da ku, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Brad Cooper serdana Hewlêrê kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

CENTCOM di wê ragihandinê de amaje jî da, “Di wan civînan de gengeşe li ser pêşveçûnên ewlehiyê li deverê û şerê li dijî DAIŞê hatin kirin û tekez li ser girîngiya piştgiriya Amerîkayê ji bo Hêzên Pêşmergeyan jî hat kirin.

Brad Cooper jî ji aliyê xwe ve ragihand, “Herêma Kurdistanê hevpeyman û hevpareke girîng a Amerîkayê ya deverê ye.”

Navbirî herwesa got, "Amerîka pabend e ku piştgirîya ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê li deverê bike."

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper li roja Sêşema borî (2ê Îlona 2025ê) li Hewlêrê bi rengekî cuda cuda bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di ragihandinekê de amaje dabû ku, di wê civînê de, tevî tekezkirina girîngiya berdewamiya piştevanîkirina hêzên Pêşmergeyan, pêşveçûnên dawiyê yên rewşa ewlehiyê ya Iraq û deverê jî hatin nîqaşkirin.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) herwesa amaje dabû girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê wekî hevpeyman û hevpara Amerîkayê li deverê, herwesa piştgiriya welatê xwe ji bo ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê jî diyar kiribû.

 
 
Fly Erbil Advertisment