Îran pişkinînên Ajansa Wizeya Atomî, bo saziyên xwe red dike
K24- Hewlêr
Îran red dike Ajansa Navdewletî ya Wizeya Atomî, pişkinînên saziyên wan ên atomi bike.
Nûnerê îranê li rêxistina Wizeya Atomî Kazim Xerîb Ebadî ragihand, welatê wî daxwaza Ajansa Navdewletî ya Wizeya Atomî, derbarê pişkinîna saziyên atomî yên Îranê red dike. Got, Tehran berpirsiyariya encamên xerab ên wê biryarê dixe stûyê wan welatên, ew pêşniyar kirin e.
Berîya niha, Civata Biryardanê ya ser bi Ajansa Navdewletî ya Wizeya Atomî bi piraniya dengan biryarnamek derkiribû û daxwaz ji Îranê kiribû, rê bidin pişkêneran, seredana 2 saziyên atomî yên Îranê bikin.