Saziyên sivîl bernameyê hikûmeta Tirkiyê cidî nabînin

Kurd24

K24 - Enqere

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li gor rêzîknameya parlamentoyê bernameyê hikûmeta 64emîn eşkere kir. Di bernameyê de cihgirtina mafên baweriyên cuda û zêdekirina mafên yasayî bal kişandin. Gelo dezgehên sivîl ên Tirkiyê li ser rewşê çi difikirin?

Piştî avakirina hikûmeta 64emîn mijara herî zêde dihat meraqkirin bernameya hikûmetê bû. Serokwezîr Ahmet Davutoglu bernameyeke berfireh pêşkêş kir. Wiha diyare ku sozên di bernameyê de cih digirin wê gelek bên axaftin. Di nav wan mijaran de mafên kêmîneyan balê dikişîne.

Serokê Federasyona Elewî û Bektaşiyan Baki Duzgun bernameya hikûmetê ji dil nabîne û dibêje dewlet dixwaze Elewiyan pasîvîze bike: “4 madde hene di derbarê me de, di amadekirina van maddeyan de jî hîç fikra me nehat wergirtin. Hikûmet dixwaze xwe mafparêz nîşan bide ku referandûmek pêk bê piştgiriyê bixwaze lê belê em qet di wê bernameyê de demokrasiye nabînin.”

Zêdekirina mûçeyan jî di bernameya AK Partiyê de heye. Dam û dezgehên civakî derbarê bernameyê de çi difikirin? Serokê KESK’ê Lami Ozgen dibêje tu cûdahiya vê bernameyê ji bernameyên din nîne: “Qaşo AK Partiyê  tiştekî nû di bernameya xwe de aşkere kir. Lê belê hişmendiya çend salan di bernameyê de ye. Ya aşkere ew e ku dixwazin destûra bingehîn biguherînin. Baş e bila bê guhertin lê belê wekî ew dibêjin nabe. Di wê bernameyê de jî em sînyalên vê yekê dibinin.”

Partiyên opozisyonê jî bernameya hikûmetê nirxandin. Cigirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel diyar kir ku ew ê bernamayê bişopînin ka hikûmet wê bi cih bike yan na? Cigirê Serokê Koma HDPê İdris Baluken jî bername wekî bernameya şer nirxand. Hikûmeta  64emîn di nava van nîqaşan de dest bi xebatên xwe kir.