Çîyayê Agirî, (Girîdax, Ararat)*

Kurd24

Abdurrahman Onen

Çîyayê Agirî, li başûrê Îdirê û bi qasî 15 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Bazîdê dimîne. Li Kurdîstanê çîyayê herî bilind e (5137 m.), li parzemînên Ewropa û Asya, piştî Demavend (5610 m) çîyayê herî bilind e, li dinyayê jî di nav deh çîyayên herî bilind de ye.

Çîyayê Agirî, bi teqînek volkanî ya li ser girseyeke bilind çêbûye. Jorê vî çîyayî sê çetel e, hêla ber bi Deşta Îdirê ya herî bilind e. Di nav wan de korta zangê (krater) heye, her dem bi cemed e.

Çîya ji jor ber bi jêr ve, bi xwêlbûneke tîk nizm dibe. Heta bilindahîya 4 hezar metreyan kevirên bazalt, paşê jî andezît pir in. Kevirên andezît yên piştî teqîna volkanî li hawirdorê Çîyayê Agirî belav bûne, kevirên andezît ji bilindahîya 4 hezar metreyan pê ve pirtir in, ev kevir zû ji hev dikevin, perçe dibin, hûrhûrî dibin. Ji ber ku di nav rojê de cudatîya germê pir e, perçebûna kevir û zinaran pirtir dibe. Lewra her dem kevir û kuçikên hûr û gir xwe bera xwar didin û li hin palên çîya dicivin ser hev. Li ser vî çîyayî latên tîk, derz û qelş gelek in. Lewra derketin û daketina vî çîyayî pir dijwar e. Li hêla rojhilat, di navbera Agirîyê Mezin û Agirîyê Biçûk de, di Derbenda Serdarbûlak (2687 m.) re derketina ser qotê vî çîyayî hêsantir e.

Bilindahîya zemîna ku her du çîyayên agirî li ser bilind dibe 2512 metre û frehîya vî zemînî jî 1.182 km2 ye. Dirêjahîya derdora her du çîyan 128 km ye. Dirêjahîya di nav her du çîyayên volkanîk de 11 km ye. Ev çîyayê ku di nav axa Kurdîstanê de dimîne, ji 4 dewletên din re dibe sînor, ango sînorên çar dewletên din li rojhilatê Agirî digîhêjin ser hev: Tirkîye, Îran, Ermenistan û Azerbeycan (Naxçiyan, Nahçıvan).

Berfa li ser vî çîyayî pir zêde ye, sal 12 meh qotê Çîyayê Agirî bi berfê sipîboz dibe. Berî ku berf bihele berfa nuh dibare û li ser hev kom dibin. Ji bilindayîya 4 hezar metreyan pê ve berf û cemedên herdemî dest pê dikin (ev bilindayî li Çîyayê Alpê 3 hezar metre ye). Berfa ji vê bilindayîyê berjêrtir, ji ber kevir û kuçik û axa xwe bera jêr didin, gemarî û bi herî ye. Li herî jorê vî çîyayî cemedeke bi hezaran sal heye, qalindîya vê cemedê 300 metre, çapa wê 5 km û firehîya wê jî 10-12 km2 ye. Ji ber ku vê cemedê seranserê jorê vî çîyayî girtiye, zanga vî çîyayî xwiya nabe û nayê zanîn ku li ku derê ye.[1]

Ev cemed ji qotê Agirî ber bi başûr, başûrê rojava û bakurê rojava ve dirêj dibe, li hêla bakurê rojava heta 3500 metreyan dadikeve. Ji beşa cemeda Agirî ya hêla bakur re dibêjin Cemeda Parrot. Prof. Friedrich Wilhelm Parrot, zanyarekî Estonyayî ye, di sala 1829an (27.09.1829) de, bi sê xwendekarên xwe yên ji Zanîngeha Tartu û Khachatur Abovian re derdikeve ser qotê Agirî.[2] Ji ber dihat gotin ku keştîya Nux li ser vî çîyayî ye, gelek zanyar û eskerên Rûs, Alman, Osmanî, Îngilîz û Amerîkî jî derketine ser Agirî. Yaşar Kemal, di Tebaxa sala 1952yan de derketiye ser Agirî û bîranînên xwe bi navê “Nuh’un Gemisi Peşinde” (li pê keştîya Nux) nivîsîye. Heta anuha bi sedan însan derketine ser Agirî, lê hîn jî tu kes ji hêla bakur û di demsala zivistanê de derneketiye ser vî çîyayî.

Ji bo rapelikîn û derketina ser Agirî, mehên herî maqûl Tîrmeh, Tebax û Îlon in. Ji bo derketinê du rêyên sereke hene: Rêyek jê ji Kanîkorkê (Topçatan, gundê Bazîdê) dest pê dike û di ser Kulîlkzer (Şêxulî, Gölyüzü) û Gundê Elî re dewam dike. Rêya herî kurt, ewleyî û hêsan ev rê ye. Ji Bazîdê heta Kanîkorkê 7 km ye, piştî kîlometreyekê rê digîhêje Kulîlkzerê û ji vir heta Gundê Elî jî 9 km ye. Bilindahîya cîyê Elî 2200 metre ye. Elî, bi xwe ne gund e, ji 4-5 malan pêk tê. Kesên derdikevin ser Agirî, alavên xwe li qantir an hespan bar dikin, ev heywan jî ji vir tên kirêkirin. Rapelikîna Agirî ji vir dest pê dike, ji vir heta qotên Agirî bilindahîyeke 3 hezar metre heye, li bilindahîyên 3200 m û 4200 metre cîyên kampê hene. Kampa yekem li bilindahîya 3200 metre ye. Berî vê kampê li bilindahîya 2800 metre Zozana Evdê Hesen (Avdi Hasan) heye, otomobîlên xurt heta vê derê dikarin werin. Hin kes bi otomobîlên xwe heta vir tên û paşê alavên xwe li qantir an hespan bar dikin.

Havînan zozanvan jî tên van deran. Çîyavan ji kampa yekem re dibêjin Kampa Kesk (Yeşil Kamp), cîyekî fireh û dûz e, ji du beşan pêk tê, li kêleka vê derê çemekî ku ava xwe ji berf û cemeda li bilindahîya 3400 metre distîne diherike. Ava vî çemî dahnê êvarî dibe cemed, roja din dahnê nîvro dihele û dîsa dest bi herikînê dike. Ji vê kampê heta kampa li bilindahîya 4200 metreyan xaçerê hene, li hêla rastê ya xaçerêyê gelîyekî kûr û mezin heye, cemeda başûr di bilindahîya 4 hezar metre de xwe bera ser vî gelîyî dide, çîyavanên Tirkîyê ji vî gelîyî re dibêjin Gelîyê Çemê Ga (Öküz Deresi Vadisi). Ev gelî ji jor, ji bilindahîya 5122 metre dest pê dike, tê di van deran re derbas dibe û serberjêr dibe. Li van deran tenê di vî gelîyî de ava ku diherike pêde dibe. Çîyavan, ji bo ku hînî hewaya vir bibin, şevekê li vê kampa duyem ya li bilindahîya 4200 metre dimînin û sibehê dest bi rapelikîna qotê Agirî dikin. Diçin qot dibînin û dîsa vedigerin kampê, li wir zêde namînin, ji ber ku bar bi xwe re nabin heywanan li kampê dihêlin, ji xwe derketina heywanan pir zor e. Li bilindahîya 4900 metre cemeda Agirî ya domdar dest pê dike.[3]

Rêya din li hêla bakurê rojhilat, ji Axurî (yenidoğan, gundê Başanê) dest pê dike û di ser Gelîyê Zemîyanê (Cehennemdere vadisi) û Gola Kupê (Küp Gölü) re dewam dike. Sê rêyên din jî hene, lê ne pir kêrhatî ne.

Li derdora bilindayîya 5 hezar metreyan, li hêla rojhilatê Agirî, li devereke bi qasî 100 metreyan Herêma Sulfurî (kukurt) heye, ji ber ku hundurê vê herêmê germ e, li vir berf tune, li vê herêmê bîhna sulfurê pir zêde ye, lewra derbasbûna di vir re pir dijwar e. Nayê zanîn ku ev gaza sulfurî carinan an her tim derdikeve, lê ev gaz jî dibe îşaretekê ku Agirî êdî volkanekî vemirî ye.

Qotê vî çîyayî gelek car bi ewr û mij e, havînî jî berf û baran li vir dibarin. Barîn li bilindayîya 4-5 hezar metreyan herî pirtir e. Ev sînorê barînê, zivistanî hinekî dadikeve û havînî jî hinekî bilind dibe.

Tevî ku barîna li ser vî çîyayî pir e û qotên çîya her dem bi berf û cemed e jî; ji ber ku kevirên andezît avê dimêjin, av di derz û qelşan re xwe bera hundur didin, palên vî çîyayî zuha ne. Tu kanî an delavên ku av jê derdikevin tune. Wek sungerê avê dimêje û dikişîne hundurê xwe. Lê ev av, li hêla bakur û başûr wek çeman derdikevin nav deştên Îdir û Bazîdê.

Ev çîya ji hêla dar û beran req û rût e. Tenê li hêla ber bi Deşta Îdirê hin daristanên mazî hene, ji vê devera daristanî re Mazîyên Qorxanê (Korhan Meşeliği) tê gotin. Li rojava, başûr û başûrê rojhilatê Agirîyê Biçûk darên mazî û hûş (huş ağacı) hene. Li ser Agirîyê mezin heta bilindahîya 3000-3500 metreyan, gelek cure gîha şîn tên û di seranserên havînê de ji bo çêra heywanan tê bikaranîn. Di mehên havînê de li van deran konên koçeran tên vekirin, heta serê payîzê zozanvan li van deran dimînin. Piştî bilindahîya 3500 metreyan û heta 4 hezar metreyan mêrgên çîyayî (dağ çayırı) hene. Ji 4 hezar metreyan berjor ve êdî sînorê berfa domdar û qada cemedê dest pê dikin.

Li ser vî çîyayî heta bilindayîya 3-4 hezar metreyan her cure çiçek şîn tên. Ev çîçekên bejinkin û rengbirqoq 21 cure nin. Her ji ber çi sedemê be bîhna van çîçekan tune. Li ser Agirî, di nav mêrg, çîmen û dar û berên wê de gelek heywanên guhanî dijîn: Hirç, gur, rovî, gorewilk (werşek), mîh û bizinên kovî, bizina çîyayî ya qiloççengel, beraz, kîrgo, kurbeşk, kûze û hwd.

Li derdora Gelîyê Çêlekan (İnek Vadisi) şikeftên pir mezin û fireh hene ku bi sedan mîh dikarin lê bimîne. Ev şikeftên vî çîyayî ji lehengên Şerê Azadîya Kurdîstanê re hîn jî mahzûbantîyê dikin, wan disitirîne, diparêzin.

Li ser vî çîyayî gelek heywanên hov hene. Li vir kevok pir in, hin ji wan bi qasî mirîşkan girs in. Rovîyên Şîn jî hebûne.

Çîyayê Agirî, devereke pir fireh dadigire, pir bilind e û jorê wê “wek şaşikên melan” spîboz e. Ji derdorên Çewlîg, Wan, Qers û Erîwanê jî ev çîya tê dîtin. Ji ser vî çîyayî Behra Wanê, çîya û zozanên derdora Behra Wanê, Çîyayên Qefqas û Gola Ûrmîyê tên dîtin. Hîn jî tevgerên wek zelzele (erdhej) û şemitîna erdê (heyelan) li ser vî çîyayê pêk tên, ev jî dîyar dike ku ev çîya hîn bi tevayî netemirîye. Di zelzeleya sala 1840î de, Gundê Axurî yê li bakurê vi çîyayî, bi hin tevgerên hezazî (şemitîna erdê, heyelan) re serobino bûye û ji holê rabûye. Gundê Axurî (Yenidoğan, gundê Başanê) bi qasî 3-4 kîlometreyan li jêrê vî gundê ku wêran bûye ava bûye. [4] Piştî vê tevgera hezazî, gelîyekî kort çêbûye û ava berf û cemeda ku dihele di vî Gelîyê Axurî re dadikeve jêr.

Gelek gelên li dor vî çîyayî, bi awayekî pîroz li vî çîyayî dinêrin, wek qubek pîroz hustûyê xwe li ber xwar dikin, li ber nimêj dikin. Fariz (Ecem) vî çîyayî wek Koxî Nuh bi nav dikin. Gelek kes hîn jî bawer dikin ku Keştîya Nûh Pêxember li qotê vî çîyayî ye. Gerokê navdar Marco Polo, di nivîsên xwe de, ji bo Agirî dibêje ku, derketina ser vî çîyayî ne mumkun e.[5]

Li başûrê rojhilatê vî çîyayî Çîyayê Agirîyê Biçûk (3896 m.) bilind dibe. Li gor Agirîyê Mezin tûjiktir e. Li qotê çîya, di zangê (krater) de gol heye. Lê havînî ava golê namîne. Palên vî çîyayî tîk in, lê ne bi kevir û zinar in, bi xwelîya boz ya ji volkanê pijiqîye hatine nuxumandin. Hêla bakur pirtir bi kevir e, herikîna keviran ya berjêr pirtir e. Berfa li ser Agirîyê Biçûk di nav demsala havînê de bi tevayî dihele, ji holê radibe.

Deşta Axurî, di navbera Agirîyê Biçûk û Agirîyê Mezin de dimîne, Çîyayê Agirî ji hev vediqetîne û dike du beş.[6]

Li başûrê Agirîyê Biçûk, çîyayekî nizmtir (2140 m.) bilind dibe, ev çîya ji Deşta Bazîdê baş xwîya dibe. Jê re Çîyayê Qarniyariq dibêjin.

Di nav gelê herêmê de ji bo Agirî navên wek Gilîdax an Girîdax tên bikaranîn. “Dengê Xalo xweş bû, wisa pê de pê de çû û kilama xwe xilas kir. Peyre tiliya xwe ber bi rojhilat ve dirêj kir û got. ‘Mêze ke aha va ye çiyayê Girîdaxê jî ji vir ve dixuye.’ Ji dûr ve tûjika çiyayê Girîdaxê mîna bûkeke bi xêliya spî dixuya. Min ew herdu çîya jî hetanî wê rojê neditîbûn. Girîdax pir dûr bû. Min jê pirsî: ‘Xalo Girîdax pir dûr e? Gelo ji vir çi qasî dikişîne?’ Xalê Ezo got: ‘Pir dûr e, bi peyatî, heke peyayekî sivik ku bi lez here, du rojan de ancax xwe digihînê.’”[7]

Ararat jî, ji bo Agirî wek nav tê bikaranîn. Tê gotin ku di Tewrata ku ji teref Mûsa Pêxember hatiye nivîsandin de navê Ararat wisa derbas dibe: “Û keştî di meha heftan de, di roja hevdehan de li ser Çîyayê Ararat rûnişt.” Di dema Ûrartûyan û paşê jî di dema ku Ermen li vê herêmê desthilat bûne de ev nav hatiye bikaranîn, Ermen hîn jî vî navî lê dikin û wek çîyayekî pîroz dipejirînin. Di eslê xwe de Ararat ne bi Ermenkî ye, bi Ermenkî jê re Masîs tê gotin. Di hemû zimanên Rojavayîyan de jî Ararat tê bikaranîn. Di nexşeyên Tirkîyê yên salên 1950yî de, di nav kevanekê de Ararat hatiye nivîsandin. Lê paşê him bi awayekî fermî nehatiye bikaranîn û him jî hewl dane ku bi her awayî ji holê bê rakirin. Ji ber vê helwestê şîrket û otêlan navê xwe guhertine. Li Bazîdê otêla ku navê wê Ararat bû û çîyavan bi giştî lê diman, navê xwe guhertiye û kiriye Îsfehan.

Bi qasî 3,5 km nêzîkî rêya diçe Gurcîbilaxê (Gürbulak), di navbera gundên Bazîdê Silhana Jêrîn (Telçeker) û Meşarê (Üzengili) de, devereke volkanî ku dişibe dirûvê keştîyekê heye, dirûvekî xwezayî ye. Lê ji ber dirûvê wê yê dişibe keştîyê, hin kes wek Keştîya Nux nîşanî turîstan didin. Ev dever di sala 1987an de ji teref hikûmetê wek qada parastinê (SİT) û muzeya hewaya vekirî hatiye pejirandin.

Korta Meteorê, di nabêna Derîyê Gurcîbilaxê û Gundê Girberan (Sarıçavuş, gundê Bazîdê) de dimîne. Kevirê ezmanî yê ku di sala 1913an de ketiye ev kort çêkiriye (li gor hin çavkanîyan ev kevir di sala 1020î de ketiye). Çapa vê kortê 35 m û kûrahîya wê jî 60 m ye. Tê gotin ku piştî korta meteorê ya li Alaska, ev korta herî mezin e.

 

[1] http://www.zirvedagcilik.net/

[2] http://www.nasuhmahruki.com/

[3] Yavuz İşçen, http://geziatlasi.blogspot.com.tr/p/arastrma-yazlar.html

[4] Huseyin Saraçoğlu, Herêma Enetolyaya Rojhilat, r 273, Weşanên Wezareta Perwerdeya Netewî, Stenbol, 1989. Sevan Nîşanyan, http://www.nisanyanmap.com

[5] www.zirvedagcilik.org/

[6] Bi çavê arîstokratekî Rûs koçerên Çiyayê Agiriyê, Rahmî Yagmur /Mamet Mustafayev -Anf

[7] Ahmet Aras, Hinar, Bultena Kurdî-Derê ya şaxa Îzmîrê\ sal 1\ hejmar 2.