Tenê ferhenga Kurdan dikare Selahedînê Eyûbî çê bike

Kurd24

88 salan xaçhelgiran wijdan û mirovayetî li Qudsê di bin nalên hespên xwe ve kiribû. 88 salan Quds birînek bû di leşê Misilman û Cihû û hemû mirovayetiyê de, ku herroj xwîn jê diçû. Çîrokên herrojî yên zilma siwarên xaçhelgiran nehişt zilamek di textê selteneta xwe da, xewnên ciwan bibîne. Dema xaçhelgir li paş xwe dizivirîn û dîroka xwe ya bixwîn, kuştina Misilmanan û sotina Cihûyan di heyama 88 salan da didî, çaverê tolhildanên tund yên vî zilamê ku Quds ji çar rexan ve dorpêç kiribû, ji ber vê jî tirseke mezin kolanên Qudsê dapoşî bû û mezintirîn pirsyara ku dihat kirin ev bû, "Gelo tu bibêjî leşkerê wî bi çi rengî dê me bikujin?" Lê tiştek dî rûda!

Wan ji bîr kiribû ku ev zilam kurê ferhengekê ye ku ne ji bo mirin û xwînê lê ji bo jiyan û aştîyê aşê xwe digêre, ne ji bo zilmê lê ji bo dadperweriyê lawjeyan dibêje. Li spêdehîya 2ê Çirya Yekê ya sala 1187ê ew Qudsa ku Tayirman dibêje "hespan melevanî di xwînê da dikirin" xwe da destê yek ji dilovantirîn û dadperwertirîn rêberên dîroka mirovayetiyê, Ûsifê Eyûbê Şazî anku Selahedînê Kurdî. Xelîfeyê dîfakto yê Misilmanan. Di wan rojên ku yek qanûna girêdayî mafê mirovî nebû, lê li ser pişta hespê xwe ew pehlevanekê bê-mînak yê mafên mirovî bû. Çi rêkxistîyên mafên jinan nebûn, lê ew bûbû parêzvanê mafên jinan.

Di germegerma vêkketina şûr û riman de, di qeleqa bê-sinor ya tirs û sehmê de, şevekê Balyan hate dîwana Selahedînê Kurd û bi gef jê ra got "an hûn dê bê-merc razî bibin em Orşelîmê teslîm bikin, an dê her 5000 Misilmanên têde vebikujin" Selahedînî bi aramî bersiv da û jêre got "herkesek ji destê me selamet e" xwe wekî ku Malkum Kamîron dibêje wî pareyê fidiyê yê hezaran Feleyên hejar jî ji kîstê xwe da, yên ku ji acizîya Misilmanên zilimdîtî ditirsiyan. Digel wê ku parêzvanîya wan kir heta ew bigehin binecihê. Bil ji azadkirina hemî êxisîran. Mirovnasê mezin ê Firansî Morîsê Godlî di ser wê ra ku ew Ewropîperistekê demargîr ê mezin e jî, lê dibêje ”Selahedînê Eyûbî rêberekê wisa ê dilovan bû ku heval û dijminên wî jê hez dikir, ji ber vê jî heta niha Ewropî navên kurên xwe dikin Selahedîn".

Selahedînê Kurd parêzvanekê bihevrejiyana dînî bû, ew 88 sal bûn ku Misilman, Qibtî, Hebeşiyên File, Ortodoks, Siryanî û Cihû li jêr sîbera şûrên xaçhelgiran ji azadîya dînî bêbehir bûn, Selahedînî azadî da wan ku wekî wan bivê peristinê bikin. Wî bi tundî bersiva wan hemî kesan da yên ku ji wî dixwast ew kenîseya Fileyan biherifîne. Ew xwedî exlaqekê wisa ê bilind bû ku dema serleşkerê dijminê wî Rîçardê Dilşêr ko di germegerma peqîna rewşê de nexweş bûbû, Wî Maymonîdzê dixtorê xwe bi cemeda ji bo çareserîya tayê û çend coreyên fêkî jî ji bo çareserkirina wî hinartin.

Heger ku van salên dawiyê gotara Tirkiyeyê nasyonalîzmeka dînî hilgirtîye û divêt hemî hêmayên dînî têkilî nasyonalîzma xwe bike da rewatiyê û rehendekê pîroziyê werbigire, û ew ji bikaranîna imparatoriya Osmanî têr nebûn lê we diyar e ko dixiwazin hêmayên neteweyên dî jî bidizin. Îca bi rêya nermehêzê dîrokê bişêwînin. Pêdivî nake ko em ji bo selimandina Kurdbûn û Tirknebûna Selahedînî vegerîne jêderên serdema wî ên wekî Ibn Xelekanî, Ebî Şameyî, Ibn Ebî Tey û Ibn Esîrî lê ji rehendê exlaqî jî ve dikarin biselmînin ku Selahedîn Kurd bû û nabe Tirk.

Li dû teza Kurdnasê Kurd Irfanê Mistefa, çanda Kurdî bi wî rengî mirovê Kurd afirandîye ku ew qet naxwaze xwe li ser kesê ferz bike û qebûl jî nake ko kes xwe li ser wî ferz bike. Ew lojîkê "xweferzkirinê" red dike.

Ji ber hindê jî, li wê kêlîka ku têde Ebasiyên Ereb li desthilatê, xaçhelgirên Ewropî li mal û milkan û Fatimîyên Faris li tama jiyana metiryalî û Selçûkên Tirk li xwesepandinê digerîyan, li kinarekê dî ji vê şerenîxê Selahedînê Kurd li nalîn û azarên mirovên zilimdîtî digerîya û wî ken li xwe heram kiribû heta wan rizgar neke. Ew çi caran bi serê xwe neçû dagîrkirina çi deveran lê herdem bi rêya nameyan daxwaza hatina wî dihat kirin. Dinyaya Selahedînî li ser desthelatxwazî, milkxwazî, tamxwazî û xweferzkirinxwaziyê pêk nehatibû, lê ser û binên dinyaya wî ji azadîxwazî û bihevrejiyanê pêk hatibûn. Ji ber vê jî, wî pêşniyara Rîçardê Dilşêr qebûl nekir ku li Qudsê Misilman û File bi hev re desthilatê werbigirin, ji ber ku Cihû têde dibûn qurbanî. Wî qurbanîbûna çi kesekî nedixwast, lê rewşek dixwast ku hemî têde bi azadî bijîn. Ji ber vê helbestvanê Cihû yê wî serdemî Yehûdê Elherîzî dibêje "em li serdema xaçhelgiran da blindest bûn, lê Selahedîn, rêberê zana û dilêr, got dê rêzê li neviyên Birahîm pêxemberî bigirim û pêşwaziyê li hatina wan bikim. Loma em ji hemî dinyayê hatin û bi azadî, aştî û aramî li Orşelîmê dijîn". Dîsan dîroknivîsê Firansî Rênî Girosîtî mecbûr bû ku destê xwe bidane ser wijdana xwe û li ser Selahedînê Kurd bibêje "dilovanîya wî, merdînîya wî, valatîya wî ya ji demargîrîyê, wisa li min dike ku ez bibêjim ew guleka lîberalî bû berî lîberalîzimê".

Selahedîn ne bi xweferzkirinê bûbû siltan, lê siltanî di exlaq û reftar û kesayetîya wî de bû, ew di pêvajûyeka xweriskî û heqîqî ra derbaz bû û wî hind xwe dît ku bûye siltan. Hema bibêje siltanîyê ew ji bo xwe bir. Loma dema Ewropî bîrdozan li ser rêberatîya xweriskî û heqîqî dadinin, ew wî wek mînak werdigirin. Loma jî li wê dema ku ew xelîfeyê dîfakto bû û dikarî her tiştî bike, edeb kir û ferman da ku li mizgeftan her navê xelîfeyê Ebasî bihêt gotin. Ji ber wê jî milkê wî ne serayeka tijî mey û kûle û cariye bû, lê hespek û mala wî xîvetek û gava mirî jî hemî sermayeya wî dînarek û çil û heft derhem bûn.

Bi hezaran salên dîroka Qudsê, niha tenê Selahedîn wek hêmayê zeq yê bihevrejiyan û aşitiyê maye, loma her berî hatina wî diholqut li kolanên Qudsê digerîyan û li diholê dida û mizgîniya paşerojeka bi aşitî û azadî li jêr sîbera vî siltanî dida xelkî.

Selahedîn û siltanên Tirkan:

Tirk ji ber girêya nebûna hêmayekê bi vî rengî di dîroka xwe da, dîsan ji ber ku Selahedîn li destpêkê fermandarekê Nuredînê Zengî bû, û ji neteweya Kurd e û Kurd jî neteweyeka bê-dewlet e, berdewam dabeşî ser sê arasteyan bûne. Arasteyek bizavê dike ku berdewam wêneyê Selahedînî kirêt nîşan bide. Arasteyekê dî bizavê dike dîroka Kurdbûna wî bişêwîne. Arasteyê sêyê bizava dizîna wî ji Kurdbûnê û bi zorî Tirkkirina wî dike.

Li wê dema ku Selahedînî bi hemî rengan desthilatxwazî û xweferzkirin red dikir, û li dema nexweşiyê digirî û digot kurên xwe "li ser halê serbaz û hejaran bigerin, li wan cihan bin yên zêdetirîn metirsî li ser". Siltanên Tirkan helgirên ferhenga Tirkên şamanîst bûn. Siltanê Osmanî Mihemedê Fatih qanûna rewakirina kuştina endamên malbatê derxist ku digot "kuşitina şahzadeyan di rêya nezmê cîhanî da ferz e", loma wî du birayên xwe kuştin ku yek ji wan 2 salî bû, digel kuştina du cariyeyan ku ji wî bi dugiyan bûn. Ev şerîfê wan bû. Ji damezrênerê wan Osmanî bigire, ku Dîndarê mamê xwe kuşt. heta hêzdarê wan Siltan Yavûsî, ku bab û birayên xwe kuştin. Heta qanûniyê wan Siltan Silêmanê Qanûnî, ku kur û neviyê xwe yê 7 salî kuştin. Heta xweşevîyê wan Miradê Sêyê, ku 5 birayên xwe xendiqandin. Heta digehî pakijê wan Siltan Mihmedê Sêyê, ku 19 xûşk û birayên xwe kuştin ku "hindek ji wan di pêçkê da bûn" digel kurê xwe yê 21 salî. Vê zincîreya komkujîya malbatî heta Siltan Mehmûdî berdewamî heye, ku di vê pêvajûyê da bil ji mam, xal, zarok, jin û cariyeyan zêdetirî 50 birayan hatine kuştin û serbirîn û xendiqandin.

Li wê dema ku Selahedîn zanistxwazekê mezin bû, wî zanistên dînî, matmatîk, fîzya û gelekên dî xwandibûn. Herdem li dîwana wî zana hebûn û ew digel wan di gengeşeyên berdewam da bû, her ji ber vê zanistxwazîya xwe wî berdewam medrese û bingehên zanistên cida-cida ava dikirin. Lê serdema hatina Tirk û Osmanîyan, wekî rojnameya Muqtibesê kurt dike û dinivîse: "ew tarîtirîn serdema îslamê bû, bil ji xweferzkirin û aqilê hêzê tiştekê dî pêşkêş nekir, çi dadperwerî û zanînê hebûna xwe nebû, wan çi bizav ji bo zanistîkirinê nekirin û hemî bizavên zanistxwazî jî di pêçkê da serjê dikirin, wan rêgirî li hatina çapxaneyê ji bo deverên Misilmanan kir ku heta niha jî yek ji egerên paşvemana cihana îslamî ew rêgirîya wan e. Bil ji wê jî, ew mînaka zanistkujî û kevneperstiyê bûn". Yekem karê ku Selahedînî li Qudsê kirî vekirina xwandingehekê bû, lê yekem karê Mihemed Fatihî li Sitenbûlê vekirina sûkeka kûleyan bû.

Di wê demê de ku Selahedînî heftiyê du rojan dadgeh û qazî dadinan û gazî xelkî dikir, ka zilim li kî hatîye kirin da mafê wî bihêt dan, û hindek caran Selahedîn bi xwe beranberî gazina hindekan diçû dadgehê û wekî mirovekê asayî dihat dadgehkirin, serdema Selçûk û Osmaniyan pergala dadgehê bûbû meydana zilmê û safîkirina berjewendî û hesabên wan.

Li wê dema ku Selahedînî qesra ku ji aliyê mezinê Dîmeşqê ve ji bo wî hatîye pêşkêşkirin red kirî û gotî "ev ne cihê kesekî ye ku li dadperwerîya xelkî digere", vêca heta ew mirî xîvetek û hespek û dînarek û çil û heft derhem li paş xwe hêlan, û hind hejar ku zekat bi malê wî nedikeft, lê dîroknivîsê hevçerxê Osmanîyan Burîkê Mîxaîlî dibêje "leşkerê Osmaniyan çeqokêş û dirinde bûn, ew diz bûn û di heft rojên hakimbûna xwe da li Dîmeşqê wan 4000 kîseyên pareyan ji xelkî wergirtin" ji ber vê jî wekî dîroknivîs Mîxaylê Dîmeşqî dibêje "xelk revde revde ji zilma wan direvîyan û mişext dibûn". Ev di demekî da ku xelkê hejar û zilimdîtî bi xwe daxwaza hatina Selahedînî dikir.

Selahedînê Kurd li jîngehekê digerîya ku hemî mirov bi azadî û birûmet bijîn, siltanên Selçûkî û Osmanîyan mirovên ku wek wan û hevterîbî berjewendîyên wan hizir nekiriban dikuşitin û nefî dikirin. Kûletî û ebdînî stûneka mezin ya abûrîya dewleta wan bû. Wan sûkên mezin ên firotina bendeyan bi bihayên erzan li hemî bajaran hebûn. Li gorî hindek jêderan, di navbera sala 1453-1700ê 2,5 milyon kûle di deryaya reş ra hawirde kirine.

Li wê dema ku Selahedînê Kurd, siltanê bê-koçk û sera, girtina Qudsê ji ber daxwaza jineka dugiyan paşêxistî heta zaroyê xwe dabine, û li ser daxwaza jinên serbazên dujminî serbaz azad dikirin, bi hezaran keçên biçûk li koçk û serayên siltanên Osmanîyan kûleyên sêksî bûn û li ser hindê dihatin perwerandin ka dê çewa bi baştirîn reng di xizmeta hez û dilçûnên wan da bin.

Encam:

Ji bo selmandina Kurdbûn û Tirknebûna Selahedînî, rêbazeka dî jî bil ji rêbaza dîrokî heye. Ew jî xwandina Selahedînî ye bi rêbaza exlaqî û ew ferhenga neteweyî ya ku wî livîn têde dikir. Ferhenga siyasî ya Tirkî nikare Selahedînekî çê bike ku daxwazkerê aştî û azadîyê be û bibe hêmayê viyan û bihevrejiyanê, ew berhevî di ferhenga siyasî ya Tirkî da nîne ku Selahedîn têde bibîte ev Selahedîn, ê ku berî heval û hevhizrên wî, dujminên wî pesna dilovanîya wî bikin. Lê ew ferhenga Kurdî ye ku bikare Selahedînekî çê bike ku xweferzkirin û xwesepandinê neke bingeha siyaseta xwe. Bi vî rengî Selahedînê Kurd tenê dikare Kurd be û Kurd bimîne.