Bombeyek bi otombêla Pêşmergeyan ve teqîya

Li gundê Bayzê ya ser bi navçeya Celawla ve bombeyeke çandî bi otombêla hêza Pêşmerge ve teqîya û di encamê de 2 Pêşmerge birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gundê Bayzê ya ser bi navçeya Celawla ve bombeyeke çandî bi otombêla hêza Pêşmerge ve teqîya û di encamê de 2 Pêşmerge birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê got, ragihanda hêza Pêşmerge li Eniya Germesêr ev nûçe piştrast kir û aşkere kir, ku her du Pêşmergeyên birîndar bûne, bi ser Yekîneya 70î ya hêza Pêşmerge ve ne.

Teqîna wê bombeyê di demekê de ye, ku tîmên pûçkirina mayînan û tîma navdewletî ragihandibûn ku, ew navçe ji mayînan hatiye pakirin.

Ji ber wê yekê, hêza Pêşmerge dest bi lêkolînê kir, ku bizanin ew mayîn ji ber de hatibûn çandin, yan nû hatiye çandin.