Almanya rojanevanekî "Al-Jazeera" li ser daxwaza Misrê digre

Li Misrê 15 sal girtin li ser in

K24- Navenda Nûçeyan

Li ser daxwaza desthilatdarên Misrî, polîsên Almanyayê roja Şemiyê li balefirgeha Belînê, rojnamevanê televîzyona "AL-Jazeera" Ehmed Mansûr girt.

Ehmed Mansûr li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsand ku "Ez hîn di girtîgeha firokxaneyê de me û çaverêyî biryara veguhastinê ji dadwerê lêkolînê re dimînim"

Herwiha berpisyarekî payebilind yê dozgeriya Misrî ragehand ku "Me bêtir ji carekê navê Ehemd Mensûr ji Interpola navdewletî re rakiribû, ji ber dozên tundûtûjiyê"

Berpirsyarekî polîsên Misrî jî got ku "Fermana 15 sal zîndan li ser Ehmed Mensûr heye, ji ber tewana îşkencekirina parêzerekî di qada Tehrîrê de, sala 2011an.”

Ji aliyê xwe ve, rêveberê giştî yê kanala "Al-Jazeera" Mustefa Sewq daxwaza serbest berdana rojnamevanê xwe kir û di daxuyanekê de ragehand "Ehmed Mensûr ji rojnamevanên herî rêzdar in di cîhanê de, û divê jî ew yekser bête serbestkirin"