DAIŞê hezar û 227 zarok revandine

Wan li ser karên tundiyê perwerde dike

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta mafê mirovan ya Iraqê ragehand rêxistina DAIŞê 1227 zarok revandine û di serbazgeha Elselamiyê ya bajarê Mûsilê de girtîne.

Wezareta mafê mirovan ya Iraqê di beyanameyekê de ragehand ku rêxistina DAIŞê li gorî şahid hal dibêjin 1227 zarok temen 9 heta 15 salî girtine û bi meşiq û perwerdedike li ser kiryarên xwekujî,

Di beyamnameyê de hatiye ku her kesê fermanîn DAIŞê cîbcîneke wê were celdkirin û cizakirin yanî destdirêjî li ser wan were kirin lewma zarok neçar dimînin ku xwe perwerdebikin.

Hêjayê gotinê ye ku rêxistina DAIŞê ji hezîrana borî de bajarê Mûsilê kontirol kir ye û heta neha di bin destê wê rêxistinê de ye lê pilana rizgarkirina Mûsilê hete eşkerekirin û dê çend rojên were de destpêbike.