Bajarokê Eyn Isayê ji DAIŞê hat paqijkirin
K24- Navenda Nûçeyan
Hêzên Volkana Firat ragehandin ku bajarokê Eyn Isayê ku navdartirin navendên DAIŞê ye, ji çekdarên DAIŞê hat peaqijkirin.
Îro Şemiyê, 23 Hezîranê, hêzên Volkana Firatê ragehand ku bajarokê eyn Isa ku dikeve başurê Girê Spî ji bin kotrola rêxistina DAIŞê hate rêzgarkirin, piştî ku hêzên Volkana FIratê fewca 93 û Xalidiye kotirol kir.
Çavkaniyekê ji Volkana Firatê da zanîn ku piştî rizgarkirina Eyn Isayê, ew dê hewla baqijkirina bajarok ji mayînan bidin û eşkere kirk u heta neha şer berdewame û çekdarên DAIŞê direvin bajarê Reqayê.