li Idlibê “25” çekdarên Eniya Nusrayê hatin kuştin

serkirdeyekî biyanî jî têde hatiye kuştin

 

K24-Navenda Nûçeyan

Ji encama teqînekê li mizgefteke parêzgeha Idlibê “25” çekdarên Eniya Nusrayê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragehdan ku duh, 3 Tîrmehê, di dema ku çekdarên Dniya Nûsrayê Elmersed ya ku navenda wê li Birîtanyaye diyarkir ku teqîn di dema ku endamê eniya Nûserayê li mizgefteke bajarê Erîha yê ser bi parêzgeha Idlibê ve (rojavayê Sûriyê), teqînek pêkhat û di encamê de “25” çekdar hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî, ku navenda wê li Londonê ye, da zanîn ku di teqîna mizgefta “Salim” de pêkhatibû , serkirdeyekî biyanî jî têde hatiye kuştin.

Li gor malperên ser bi opozîsyona Sûriyê ve, di teqînê de  “40” çekdarên Eniya Nusreayê hatine kuştin.

Heta neha kesekî berpirsyaretiya wê teqînê negirtiye stûyê xwe, lê Eniya Nusrayê, rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ê bi encamdana wê teqînê tohmetbar dike.