Hevpeymaniya Navdewletî 16 êrîşên esmanî li Sûriyê encamdide

armanc ji wan êrîşan ewbû ku rêgiriyê li ber şandina çek û teqemeniyan ji aliyê DAIŞê ji Sûriyê ber bi Iraqê ve bû.

K24-Navenda Nûçeyan

 Hevpaymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê ragehand ku firokeyên wê 16 êrîşên esmanî li ser bingeh û navendên DAIŞê li Reqayê encamdane.

Berdevkê Hevpeymaniya Nêvdewletî Tomas Guillen di daxuyaniyekê de ragehand ku, armanc ji wan êrîşan ewbû  ku rêgiriyê li ber şandina çek û teqemeniyan ji aliyê DAIŞê ji Sûriyê ber bi Iraqê ve bû.

Tomas Guillen dazanîn ku ew êrîşên hatine encamdan heta neha giringtirîn kiryarbûn ku wan li Sûriyê pêkanîne, tekez kir jî ku şiyanên livandina çekdarên rêxistina DAIŞêji bajarê Reqayê kêmbûne.

Êrîşên hevpeymaniya Navdewletî li ser bingehên DAIŞê li Reqayê ku navenda wê rêxstinê tê naskirin li gorî ragehandina berdevê Hevpeymaniyê “serkeftîbûn.”