DAIŞ 123 kes bi tuhmeta kirîn û firotina Radioyan digre
K24-Navenda Nûçeyan
Rêxstina Dewleta Islamî ya Radîkal(DAIŞ) li bajarê Mûsilê 123 kes bi tuhmeta kirîn û firotina Radioyan girtin.
Piştî ku firokeyên artêşa Iraqê belvokên hoşdariyê li ser welatiyên bajarê Mûsilê re belavir û têde daxwaz kir ku bi rêya Radiyoyê ji rizgarkirina Mûsilê re amadebin rêxistina DAIŞê kirîn û firotina Radioya qedexekir.
Çavkaniyekî ji bajarê Mûsilê ragehand ku piştî belavkirina wan belavokan ji aliyê Wezareta Berevaniyê tevgera kirîn û firotina Radioyan li mabajê Mûsilê zê de bû.
Herwiha li gorî heman çavkaniyê rêxstina DAIŞê 123 welaityên bajarê Mûsilê bi tuhmeta kirîn û firotina Radioyan girtin û ber bi ciheke ne diyar ve birin.