Nêçêrvan Barzanî: Hemû pirsgirêk bi guftûgoyan çareser dibin.

Nêçîrvan Barzanî serdana sekreteriya giştî ya YNKê kir

K24 – Hewlêr

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, ku wan bi “zelalî” ji YNKê re gotine em amade ne hemî pirsgirêkan guftûgo bikin.

Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke PDKê duh seredana Silêmaniyê kir û bi serkirdeyên YNK, re civiya. piştî civînê konferanseke rojnamegerî lidar xistin.

Di konferansê de, cîgirê duyemîn ya sekreterê giştî ya YNKê Berhem Salih derbarê sîstema hukumraniyê li Kurdistanê tekez li ser sîstema Perlemantoyê kir û got: “Em bi bawer in ku hemû pirsgirêk li Kurdistanê bi sazanê çareser dibin.”

Ji aliyê xwe ve jî Barzanî ragihand: “Ya girîng niha em hemû pirsgirêkan guftûgo bikin û çareser bikin, em amade ne jî guftûgoyan li ser vegera nivîsandina destûrê bikin debarê desthilatên Serokê Herêmê.”

Herwiha li ser sîsetma hukumraniyê li Herêma Kurdistanê Barzanî got “Sîstema humkuraniyê li Kurdistanê ne tenê serokatî ye, ew têkel e di navbera serokatî û perlemantoyê ye, ji ber ku bendeke Qanûna Serokatiyê rê dide ku serok Pêşmergeyan bişîne derveyî sînor bêyî ku vegere ji perlemantoyê re, lê gava Pêşmerge şandine Kobanê erêkirina perlemantoyê xwast.”

Barzanî got jî “ji nav desthilatên serok de mafê Vîto û desthilata hilweşandina perlemantoyê tune ye, ev jî nîşana têkeliya sîstema hukumraniyê dide.”

Derbarê nakokiyên Hewlêr û Bexdayê jî, Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Bexdad pabendî hevpeymanan nabe, lê Bo çareserkirina nakokiyan em amade ne serdana Bexdayê bikin.. Lê ji aliyê aborî de, em nikarin bi vî awayî ligel Bexdayê berdewam bin.”