Pentagon: Ji 7 hezaran tenê 60 şervan hatine perwerkirin

Pentagon: Tenê 60 şervanên Sûrî tevlî porgrama perwerdekirinê bûne

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Bernameya perwerdekirina şervanên opozisyona Sûriyê bi hêminî birêvediçe, heta niha jî tenê 60 kes tevlî wê programê hatine kirin.

 

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter duh, 7ê Tîrmehê, li Encûmana Pîran eşkere kir ku, 7 hezar xwebexş navê xwe bo tevlîbûna programa perwerdekirin û amadekirina şervanên opozîsyona lîberal a Sûriyê nivîsî ne, lê tenê 60 kes ji wan tevlî perwerdeyê hatine kirin.

 

Di çarçoveya ragehandina stratejiya li dijî rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ), roja 10ê Îlona borî  Serokê Amerîkayê Barack Obama fermana destpêkirina programeke taybet bi perwerdekirin û amadekirina şervanên opozîsyona Sûriyê dabû, piştre Kongressê ew biryar pesend kiribû.

 

Ashton Carter diyar kir ku bi sedema hûrgiliyên hilbijartina şervanan, heta neha tenê 60 kes ji 7 hezar xwebexş tevlî programa perwerdekirin û amadekirinê bûn, ku li Tirkiyê birêve dice.

 

Navborî tekez kir jî ku, dê Amerîka serpereştiya wan şervanan bike, di şerê li dijî DAIŞê de û wê li dijî hêzên rejîmê şer nekin.

 

Li gor biryara Kongressê, di proseya perwerdekirina û amadekirina şervanên opozîsyona lîberal a Sûriyê 3 salan dirêj bike, her sal jî dê 5 hezar şervan werin amadekirin, grûpa yekem ji wan şervanan jî dê dawiya sala 2015an derbasî axa Sûriyê bibin.