Serok Barzanî tekezî li ser kurdistaniya Kerkûkê dike
K24 – Kerkûk
Serok Barzanî got: “Gelê Kurdistanê bi qurbaniyên ku dane, karî navekî xwe li ser asta cîhanê cê bike û dîrokeke pesindarî ji xwe re tomar bike.”
Serokê Herêma Kurdistanê duh seredana bajarê Kerkûkê kir û di gel parêzgerê Kerkûkê, û serkirdeyên Pêşmergeyên kerkûkê civiya, rewşên siyasî, ewlehî û rêveberî yê bajêr hatin nirxandin.
Selah Delo, Berpirsê Ecûmena Serkirdatiya PDKê ya Kerkûk Germiyan ji malpera KDP.info re ragihand: “Serok Barzanî tekez li ser kurdistaniya bajêr kir û ragehand ku, xweşikbûna bajêr ew e ku hemû pêkhateyên Kerkûkê bi hev re wek bira bijîn.”
Li ser rewşa dawî ya leşkerî û ewlehiya bajarê Kerkûkê Delo got: “Nexşeya leşkerî ya şer û plana Pêşmerge û şikestina DAIŞê li eniyên şer hatin nirxandin û bûn cihê dilxweşiya fermandarên leşkerî, herwiha raporên eniyên şer hatin xwendin.”
Li gor KDP.info ku serok Barzanî diyar kir “Gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge gelek qurbanî ji bo vî bajarî dane, tevî wê jî nabe tiştek lê were ferz kirin, gelê Kerkûkê ewê çarenûsa xwe bi xwe hilbijêre.”