De Mistura dê rapora xwe pêşkêşî Ban Ki-Moon bike

niha Sûriyê ber bi parçebûnê ve dice.

K24-Navenda Nûçeyan

(K24)- Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragehand ku Şandeyê Navdewletî yê Taybet li Sûriyeyê Staffan De Mistura dê raporekê derbarê derencamên gotûbêjên ligel aliyên krîza Sûriyê de wê pêşkeşî Sekreterê Gitî yê NY bike.

Bi helkefta derbasbûna 3 salan bi ser “Daxuyaniya Cenêvê”, ku di Hezîrana sala 2011an de derketibû, Berdevk NY Ferhan Heq di daxuyaniyekê de duh, 30 Hezîranê, ragehand ku niha Sûriyê ber bi parçebûnê ve dice.

Ferhan Heq da zanîn ku, dê Staffan De Mistura raprekê derbarê derencamên gotûbêjên xwe yên ligel aliyên krîza Sûriyê de pêşkeşî Sekreterê Giştî yê Neteweyê Yekbûyî bike.

Di destpêka meha borî de, Staffan De Mistura dest bi danûstandinan ligel aliyên krîza Sûriyê destpêkiribû, bi mebesta jihevnêzîkirina nêrînan bo dêtina çareseriyekê ji krîza wî welatî re