Nesrulla: Rêya Qudisê di Hesekê re derbas dibe

ji destpêkê ve ligel Sûriyê bûn û dê her ligel bimînin

K24-Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanî dibêje ku, rêya Qudisê di Hesekê re derbas dibe, çavkaniyeke îstixbaratî jî eşkere dike ku, hejmara kuştiyên Hizbullah li Sûriyê gehiştiye hezar kesî.

Hesen Nesrulla di gotarekê de bi helekfta “Roja Qudsê” duh, 10ê Tîrmehê, got: “Her şehîdek (li Sûriyê) dikeve, ji bo Sûriyê û Libnan û Filestînê ye. Di destpêkê de me got ku em ligel çareseriya siyasî ne, lê li dijî desthilatdariya grûpên tekfîrî ne jî.”

Nesrulla dibêje jî ku ew ji destpêkê ve ligel Sûriyê bûn û dê her ligel bimînin û wiha berdewam kir “Ez bang li hemû kesî (ku çaverêyî ketina Sûriyê ye) dikim  ku rojan nejimêrin, ji ber ku dê Sûriyê nekeve û xweragir bimîne.”

Serkreterê Giştî yê Hizbulla got jî ku, ew ji bo Qudsê li Sûriyê şer dikin û tekez kir ku “rêya Qudsê di Qelemon û Hesekê û Deraayê re derbas dibe.”

Ev daxuyanî di demekê de ye ku rojnameya (Foreign Policy) nûtirîn amar derbarê hejmara kuştî û birîndarên çekdarên Hizbullaha de li Sûriyê belav kiriye.

Rojnameya li ser zarê 2 çavkaniyên îsixbaratî ragehandiye ku, navbera 1000-1200 çekdarên Hizbulla li Sûriyê hatine kuştin û birîndar bûne.