Melala Yûsifzî dibistanekê ji penaberên Sûriyê re vedike

“Dengê penaberên Sûriyê hatiye piştguhxitin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Keça Pakistanî Melale Yûsifzî (18 salî), ya ku xelata Nopelê wergirtiye, dibistanek ji penaberên Sûriyê re li Libnanê vekir.

Di gotarekê de li nav penaberên Sûriyê li Libnanê, duh, 12 Tîrmehê, Melala Yûsifzî di gotareke xwe de ragehand ku, dengê penaberên Sûriyê hatiye piştguhxitin û tekez kir ku divê civaka navdewletî li dengê wan penaberan “guhbigre.”

Melala ku serpereştiya rêxistineke ne hikûmî dike, dibistanek ji keçên penaber ên sûrî li navçeya Bîqaa ya Libnanê re vekir, ku 200 keçên di qonaxa amdeyî de dikarên lê xwendina xwe bikin.

Libnan yek ji welatên derdora Sûriyê ye ku, heta neha hejmareke mezin ji penaberên Sûriyê pêwazî kiriye, tevî ku karînên wê bo alîkarîkirina wan gelekî kêm e.