YE û Yonanistanê lihev kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrên Derve yen Yekîtiya Ewropayê (YE) û berpirsên Yonanistanê gehiştine rêkeftinekê, bo rizgarkirina welatê navborî ji krîza darayî ya ku tê de derbas dibe.
Serokê YEyê Donald Tusk îro,13 Tîrmehê, ragehand ku piştî rojekê ji danûstandinên berdewam, ew ligel berpirsên Yonanistanê gehiştine rêkeftinekê.
Tusk li ser Twitterê nivîsand “Piştî danûstandinên marasonî ku 17 demjimêran ber diriêj kiribûn, YEyê û Yonanistanê li ser xalên plana rizgakirina wê welatî ji krîza wê ya darayî rêkeftin.”
Heta neha hûrgiliyên rêkeftinê ji medyayê re eşkere nebûne, lê biryar e ku roja Çareşma bê, Parlementoya Yonanistanê planekê bo çaksaziya aborî, li ser bingeh rêkeftina ligel YEyê, pesend bike.