Piştî 50 salî, Kûpa balyozxaneya xwe li Amerîkayê vedike

Balyozxana Kûpa li Washington hat vekirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî 50 salan ji têkçûna peywendiyan, Kûbayê balyozxaneya xwe li Amerîkayê carek din vekir.

Wezîrê Derve yê Kûbayê Brono Rodriguez duh, 20 Tîrmehê, seredana Amerîkayê kir û balyoxana welatê xwe bi fermî li Washingtonê vekir.

Di konferensekî rojnamevanî yê hevbeş de ligel hevşanê xwe yê Amerîkî John Kerry, Rodriguez got: “Peywendiyên Kûbî – Amerîkî baş nabin eger Amerîka qedexeya bazirganiyê li ser Kûbayê raneke û ji girtîgeha Guantanamoyê jî negire, ev her du pirsgirêk jî di demek nêzîk de çareser nabin.”

Ji aliyê xwe ve, John Kîrî ragehand “Ev bûyer pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de bidawî nayênê, lê bidawîbûna şerê sar e û baştirîn rê bo berjewendiyên her welatan e.”

Vegera peywendiyên fermî di navbera her du welatan de, piştî 2 salan ji danûstandinên berdewam bûn, ku di Kanûna borî Kûbayê û Amerîka proseyeke veguhertina dîlan kiribûn.

Ala Amerîkî jî di 14 Tebaxê de wê li Havanayê were bilindkirin, dema ku Kerry serdana xwe ya yekem bo Kûbayê bike.