Spanya kesekî bi tohmeta “çekdarkirina jinan” bo DAIŞê digre
K24-Navenda Nûçeyan
Asayişa Spanyayê kesekî bi tohemta “çekdarkirin û şandina jinan bo Sûriyê û Iraqê” digre.
Di daxuyaniyekê de Wezareta Navxweyî ya Spanyayê duh, 21Tîrmehê, ragehand ku asayişê bi hevkarî li gel desthilatdarên Mexribê karîn tuhmetbarekî ji bajarê Melîle ku dikeve başurê Spanyayê bigrin.
Di destpêka sala 2015 de heta neha zêdetir ji 40 kesî bi gumana ku ew alîgirên rêxstine DAIŞê ne hatine girtin.
Welatê Spanyayê ji dema êrîşa rojnameya Şaril Ibdo ya Fransî pileya amadebaşiya xwe bo asat sêyem bilind kir, lê piştî êrîşên Tûnis, Fransayê û Kuwêtê Wezareta Navxweyî amadebaşî kire pileya care de