Serkirdeyê rêxistina Xurasanê li Sûriyê hat kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Beravanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragehand ku endamê “Qayidê” û serokirdeyê rêxistina Xurasanê di êrîşeke firokeyên amerîkî de li Sûriyê hat kuştin.
Berdevkê Pentagonê Jeff Davis duh, 21 Tîrmehê, di konferenseke rojnamevanî de ragehand ku, serkirdeyê rêxistina Xurasanê Muhsin El-Fezlî ji 8 Tîrmehê ve li herêma Sermede ya girêdayî Idlibê di encama êrîşeke firokeyên hevpeymaniya navdewletî de hatiye kuştin.
Li gor dezgeha îstixbaratan a Amerîkî, Muhsin El Fezlî yê Kwêtî yek ji plangerên êrîşa 11 Îlona 2001an , ya ku li dijî avahiyên Navenda Bazirganiya Cîhanî li New Yorkê bû.
Berpirsên Amerîkî tekez dikin ku rêxistina Xurasan grûpeke ji rêxistina “Qayidê” ye, endamên wê jî li Afxanistan û Pakistanê hatine Sûriyê.