Xelkê Kerkûkê sûdê ji petrola xwe nabînin
K24 – Kerkûk
Xelkên parêzgeha Kerkûkê ti sûdê ji petrola ku di riya Bexdadê re tê firotin nabînin.
Endamê komîteya petrol û xazê ya encûmena parêzgeha Kerkûkê Fûad Hisên di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ew ti sûdê ji petrol xwe nabînin û daxwaza firotana petrolê bi şêweyekî serbixwe kir.
Herwiha got jî, ku wezareta Petrola Iraqê raportek arasteyî kompaniya Bakur kir, ku kêlgehên di bin kontrola Herêma Kurdistanê û kompaniyaya Bakur de, rojane 300 hezar bermîl petrol tê berhemdan û bi riya kompaniya SOMO tê firotin.
Hisên diyar kir, ku heta niha ti sûda wê petrolê negehiştiye Kerkûkiyan û daxwaz kir ku “mîna Herêma Kurdistanê, Kerkûk jî bi awayekî serbixwe petrola xwe bifroşe.”
Derbarê berhmdan, firotin û dahatên petrol Kerkûkê, navborî diyar kir ku ti zanyarî li ba wan tune ye.