Di Tebaxê de nîvê qurbaniyên Sûriyê jin û zarok bûn

K24- Navenda Nûçeyan

Rêxistineke mafên mirovan li Sûriyê ragehand ku, di Tîrmeha borî de hezar û 674 kes hatine kuştin, bêhtir ji nîvê wan jî jin û zarokin.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di rapora xwe mehan de duh, 1ê Tebaxê, diyar kir ku bêhtir ji nîvê qurbaniyên ku li ser destê hêzên rejîmê di wê mehê de ketine ji jin û zarokan bû “ew jî nîşaneya bombebarana bê serûber a hêzên rejîmê ye.”

Di raporê de hatiye ku, ji koma hezar û 342 kesên ku li ser destê hêzên rejîmê hatine kuştin “966” sivîl in. Ji wan jî 286 zarok û 209 jin in, ku dike ji sedî 51ê qurbaniyan.

Tora Sûrî balêdikşîne ser kesên ku di bin îşkenceyê de hatine kuştin û diyar dike ku, herjmara wan 56 kesin.