YPG hişyariyê dide Tirkiyê

Daxwaza helwesteke zelal ji hevpeymaniya navdewletî jî dike

K24- Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya YPG hşyariyê dide Tirkiyê û radigehîne ku “ew di ber derketina her pirsgirêkeke nerênî de berpirsyarin.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de îro, 1ê Tebaxê, da zanîn ku firokeyên Tirkiyê pêgehên şervanên wan ji xwe re dixin armanc, di dawiya meha borî de jî 4 pêgehên wan ji aliyê firoke û topxaneya Tirkiyê ve hatine armanckirin.

Li gor daxuyaniyê roja 24ê Tîrmehê li gundê Zormixar (rojavayê Kobanê), roja 26ê Tîrmehê li gundên Zormixar û Til Efender (rojavayê Girê Spî) û roja 29ê Tîrmehê li Girî Spî, firokeyên Tirkiyê operasyon li dijî pêgeh û şervanên YPG encamdane.

YPG, Tirkiyê bi alîkarîkirina DAIŞê jî tohmetabr dike û radigehîne ku “Di 30'ê Tîrmehê, di navbera saetên 09.00 û 11.00'an de balefirên şer ya Artêşa Tirk li ser bajaroka Sirîn û Kobanê geriya. Di heman demê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve êrîşeke mezin li ser bajarokê Sirîn çêbû. Komek ji çeteyên DAÎŞ'ê derbasî bajarokê Sirîn bûn û êrîşî baregehên yekîneyên me kirin. Di despêkê de heft (7) şervanên me şehîd bûn, piştre bîlanço zêde bû û hejmar gihişt (11) yanzdeh şehîdan.”

Di dawiyê de Fermandariya Giştî ya YPG “Em ji dewleta Tirk dixwazin helwesta xwe zelal bike û dev ji van tehrîkên xwe berde. Ji ber berdewam kirine van tiştan, ger pirsgirêkên nêgetîf derkevin holê, wê demê dewleta Tirk berpirsiyarê vî tiştî ye. Em bang li dostên xwe ya Koalîsyona navnetevî ya li dijî DAIŞ'ê jî dikin da ku nizîkatiyên xwe zelal bikin.”