DAIŞê 230 sivîl revand

Nezîkê 60 kesên hatine revandin Mesîhî ne.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî kontrolkirina bajarokê Qeyeteynê ya serbi Humusê ji aliyê rêxistina DAIŞê, çekdarên wê rêxistinê nêzîkê 230 kesên sivîl revandin.

Rêveberê Rewangeha Mafê Mirovan a Suriyê Ramî Ebdurrehman bo ajansa Franspress axivî û ragehand ku çekdarên DAIŞê bi tometa sîxorên rejîma Esed in, nêzî 170 kesê Erebên Sune û 60 Mesîhî revandine.

Rêveberê Navendê aşkere kir ku çekdarên DAIŞê lîsteyek bi navê wan kesên ku dixwestin bigrin amade kiribûn û bi tevî malbatan ew kes girtin.

Bajarokê Qeryeteyn cihek stratejîke, jiber ku bajarê Tedmûrê bi gundewarên Qelemûna ser bi Şamê ve girê dide.