Polîtbîroya YNK pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê gotûbêj dike

Civîn li mêvanxaneya Mam Celal a Kerkûkê ye

K24- Kerkûk

Polîtbîroya YNK projeya ku Berhem Salih derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de pêşkeş kiriye, li Kerkûkê gotûbêj dike.

Berdevkê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Îmad Ehmed ragehand ku, dê civîna wan li mêvanxaneya Mam Celal ya li Kerkûkê be, ji bo gotûbêjkirina pirsên girîng ên di rojevê de.

Herwiha di civînê de wê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û projey ku Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNK Berhem Salih pêşkeş kiriye, were gotûbêjkirin.

Li gor ku di medyayê de belav bûye, Berhem Salih projeya xwe pêşkeşî YNK û Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, jî kiriye.

projeya Salih jî daxwaza mana Barzanî di posta serokatiyê de dike, lê du xal wek merc bo cîbicîkirina wê projeyê binav kirine ewjî evin:

Her du salên serokatiya Barzanî wek qonaxa veguhez bên binavkirin.

Encûmeneke serokatiyê were pêkanîn, disthilata hin pirsên girîn mîna yekxistina Pêşmerge, aborî, petrol û peywendiyên Kurdistan û Bexdayê di dest de bin.

Heta niha jî aliyên siyasî yên Kurdistanê nêrîn û helwestên xwe li ser projeyê neanîne ziman.

Li gor fermaneke Serokê Herêm Kurdistanê jî, roja 20ê Tebaxê ji bo rêxistina hilbijartinên serokatiyê hatiye diyarkirin.