Polîtbîroya YNK plana Berhem Salih pesend dike

Di planê de heyama serokatiya Barzanî tê dirêjkirin

K24- Kerkûk

Polîtbîroya YNK projeya Berhem Salih ya derbarê pirsa Serokatiya Herêm Kurdistanê de pesend kir.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Îmad Ehmed di daxuyaniyekê de ragehand ku, endamên polîtbîroyê projeya Berhem Saih pesend kirin û got: “Em dê li ser civînên xwe ligel aliyan di wê derbarê de berdewam bin.”

Civîna polîtbîroya YNK îro, 11ê Tebaxê, li mêvanxaneya Mam Celal ya li Kerkûkê, ji bo gotûbêjkirina pirsên girîng ên di rojevê de birêve çûbû.

Li gor ku di medyayê de belav bûye, Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNK Berhem Salih projeya xwe pêşkeşî YNK û Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, jî kiriye.

projeya Salih jî daxwaza mana Barzanî di posta serokatiyê de dike, lê du xal wek merc bo cîbicîkirina wê projeyê binav kirine ewjî evin:

Her du salên serokatiya Barzanî wek qonaxa veguhez bên binavkirin.

Encûmeneke serokatiyê were pêkanîn, disthilata hin pirsên girîn mîna yekxistina Pêşmerge, aborî, petrol û peywendiyên Kurdistan û Bexdayê di dest de bin.

Heta niha jî aliyên siyasî yên Kurdistanê nêrîn û helwestên xwe li ser projeyê neanîne ziman.

Li gor fermaneke Serokê Herêm Kurdistanê jî, roja 20ê Tebaxê ji bo rêxistina hilbijartinên serokatiyê hatiye diyarkirin.