Opozîsyon û rejîma Sûriyê agirbestê radigehînin

Bo heyama 48 demjimêran e

K24-Navenda Nûçeyan

Çend grûpên çekdar ên opozîsyonê û hêzên rejîma Sûriyê agirbesteke 48 demjimêrîan raegehandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragehand ku, agirbest serê sibeha îro, 12ê Tebaxê, ketiye warê cîbicîkirinê.

Agirbest li navçeya Zebedanî (rojavayê Şamê), çend gundên Idlib û Şamê hatiye ragehandin.

Mebets ji ragehandina wê agirbestê, vekirina rê ye bo derbaskirina alîkariyên xwarin û pizîşkî ye.

Ev çend hefte ne ku şerekî giran di navbera şervanên opozîsoyna Sûriyê û hêzên rejîmê bi alîkariya çekdarên Hizbullah a Libnanê de li Zebedanî derketiye.