Îranê deriyê sînor ê Gurbulak û Bazirganê daxist

Îranê derbarê êrîşên ser şofêrên Îranî hişyarî da Tirkiyê

K24-Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Rê û Plansaziyê ya Îranê Dawud Keşawerziyan daxuyand ku bi awayek yekalî deriyê sînorê Gurbulak û Bazirganê daxistine.

Keşawerziyan diyar kir ku şoforên Îranî li aliyê Tirkiyê rastê êrîşê hatine û lewma jî ewan ev biryar wergirtine.

Cîgirê Wezîrê Rê û Plansaziyê ya Îranê her wiha got agahiya Tirkiyê ji vê biryarê heye, otomobîl dikarin ji Tirkiyê bêne aliyê Îranê lê yên Îranê dê neçin aliyê Tirkiyê.

Keşaverziyan her wiha ragehand ku bi awayek fermî ligel Konsolê Tirkiyê yê Tehranê Hakan Tekîn hevdîtin pêkanîne û derbarê êrîşên ser şofêrên Îranî, giliyên xwe gehandine wî.

Deriyê Gurbulak û Bazirganê dikeve navbera sînorên navçeya Mako û Bazîda Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê û beriya hefteyekê jî Îranê jiber êrîşa hêla trênê, hatinûçûn rawestandibû.