“33 leşkerên Tirkiyê ji aliyê gerîla ve hatine kuştin”

120 birîndar jî hene

K24-Navenda Nûçeyan

Di heyama 37 rojên borî de zêdetir ji 33 leşkerên artêşa Tirkiyê li ser destê gerîlayên Partiya Kerkerên Kurdistanê(PKK) hatine kuştin.

Di raporekê de ajansa AAyê îro, 13ê Tebaxê, ragehand ku  gerîlayn PKKê di heyama 37 rojên borî  109 otobmbîlên leşkerî li navçeyên cuda yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê şewitandin.

AAyê belav kiriye jî ku, di heyama 37 rojan de, 33 leşkerên Tirkiyê li ser destê gerîlayên PKK hatne kuştin,120 birîndar jî hene.

Piştî teqîna bajarê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê ku di 20ê,Tîrmeha borî de çêbibû, ew agirbesta rawestandina di navbera Hikûmeta Tirkiyê û PKKê de ji sala 2013 ve destpêkirbû hate hilweşandin.