Lutkeya hevpeymaniya li dijî DAIŞê birêv diçe
K24-Navenda Nûçeyan
Biryare Serokê Amerîkayê Barak Obama di dawiya meha Îlonê de lutekeya serkirdeyên hevbpeymaniya li dijî DAIŞê li darbixe.
Li gor ku di medyayê de hatiye ragehandin, lutke wê di 29ê Îlonê de çêbibe, wate piştî derbasbûna salakê li ser gotara Serokê Amerîkayê ku têde soza jinavbirina DAIŞê dabû.
Ji dema avakirina hevpeymaniya navdewletî bi serpereştiya Amerîkayê ku ji 60 welatan pêk tê, rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal(DAIŞ) karî gelek navçeyên Iraq û Sûriyê kontrol bike, herwiha derbasî welatê Lîbya û Misrê jî bibe.
Di civîna sala borî de, welatên endam di hevpemaniyê de soza rêgirtin li pêş çûna çekdarên biyanî bo nav DAIŞê dabûn, lê Neteweyên Yekbûyî dibêje rêjeya wan çekdaran zêdetir bûye û geheştiye 22 hezar çekdar