Tirkiyê dîwar di navnbera Bakur û Rojava de lêdike
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi mebesta “parastina ewlehiya xwe”, Tirkiyê li ser sînorê xwe yê lige Sûriyê, dîwarên bilind lê dike.
Ev demeke dirêje, Tirkiye ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê û zêdebûna êrîşên tundrew ên dema dawî, tedbîrên cubicur ji bo “parasina ewlehiya xwe” li ser Sînorê Reyhanlıya Hatayê û bajarokê Etme yêSûriyê, dest bi lêkirina dîwaran kiriye.
Li gor agahiyan ku dîwar dê 8 KM dirêj bibe û li ser 2 mitran berfireh û bilindahiya wê jî 3 mitr e.
Di Gulana borî de jî li sînorê Yayladaga Hatayê xendek hatibûn kolan û dîwarên ku dikare xwe li ber rokêtan bigire hatibû lêkirin.