Almanya erka hêzên xwe li Tirkiyê bidawî tîne

Artêşa Almanî ragehand ku erka wê li Tirkiyê di destpêka sala 2016an de bidawî tê, ji ber gefa li herêmê bi awayekî din hatiye guhartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Almanî ragehand ku erka wê li Tirkiyê di destpêka sala 2016an de bidawî tê, ji ber gefa li herêmê bi awayekî din hatiye guhartin.

Wezîra Bergîriyê ya Almaniyayê Ursula Von Der Leyen di daxuyanekê de duh, 15 Tebaxê, eşkere kir ku “Me bi hevalbendên xwe yên NATOyê re gelê Tirkiyê ji rokêtên Sûriyê parast.” 

Ursula Von Der Leyen diyar kir jî ku “Em di Çileya 2016an de dawî li vî erkê xwe tînin, ji ber ku gefa li herêmê bi awayekî din hatiye guhertin, ku jêdera wê gefê rêxistina Dewleta Islamî ye.” 

Ji Çileya 2013an ve Almaniya li ser daxwaza Tirkiyê derdora 400 leşkerên xwe tevî du sîstemên rokêtan (Petriot) li başûrê Tirkiyê belav kir. Niha jî nêzîk 250 leşkerên Almanî li nêzîkî bajarê Meraşê (100 K.m) ji sînorê Sûriyê dimînin.