Hacî Dewrîş destpêşxeriyekê bo çareserkirina krîza Sûriyê pêşkeş dike

Rexneyan li opozîsyon û rejîmê digre

K24- Navenda Nûçeyan

Sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Hemîd Hacî Derwîş destpêşxeriyekê li ser bingeha daxuyaniya Cenêvê, bo çareserkirina krîza wî welatî pêşkeş dike.

Hemîd Hacî Derwîş di destpêşxeriya xwe ya bi navê “Bila Ev Şerê Bêsrûber Rawest e” de, daxwaza ragirtina şerê di navbera rejîm û opozîsyonê de, serbestberdana hemû girtiyên siyasî û rêdan bo vegera bê merc ya dijberên Sûriyê, dike.

Herwiha Hacî Derwîş daxwaz ji opozîsyonê dike ku, amadebûna xwe bo daûstandinên bê merc ligel rejîma Sûriyê rabigehîne.

Sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê diyar dike jî ku, beriya niha partiya wî çend destpêşxeriyên din pêşkeş kirine, lê hemû aliyan ew hewldan beravêtê kirine.

Hacî Dewrîş rexne li helgirtina çekan ji aliyê opozîsyonê ve “li dijî rejîmê” girtin, herwiha bikaranîna tundiyê ji aliyê rejîma Sûriyê ve li şûna danûstandinê şermezar kiriye.

Navborî tekez dike jî ku, çaresriya krîza ku 4 salin li Sûriyê berdewam e, di dest Sûriyan bi xwe de ye û rola aliyên din tenê alîkarî ye, destpêşxeriya xwe jî bi “take çare ji bo derbasbûn ji krîzê” binav kiriye.

Daxuyaniya Cenêvê tekez li ser qonaxa veguhez li Sûriyê û pêkanîna hikûmeteke hevbdş ji opozîsyon û rejîmê bi desthilatên riha, dike.